Serrûpel Nûçe Îran ji bo Otonomiyê! li pişta PYD ye!

Îran ji bo Otonomiyê! li pişta PYD ye!

Belav bike

Çetin dinivisîne ku Îran li dijî agirbesta di navbera PKK û Tirkiyê de ye û ne ligel wê yekê ye ku pêvajo biçe serî.

Li gora ku nivîskar dibêje, Îranê ji Qendîlê re gotiye, ji bo otonomiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê Îran amade ye bi her awahî bibe alîkar, bi şertê ku pêvajoya aşriyê neçe serî, ji ber ku di wê pêvajoyê de PKK û KCK tê tesfiyekirin.

Çetiner Çetin diyar dike ku, ji serê salê de, heta niha 12 caran, serokê Artêşa Qudus Qasim Silêmanî çûye Silêmanîyê, li wê derê kamp ava kiriye û 6 caran hevdîtin ligel rayedarên PKK pêk aniye.

Çetin her wiha dibêje ku Qasim Silêmanî, hevdîtin ligel serokê Gorran Newşîrwan Mistefa jî pêk aniye.

AVESTA KURD