Serrûpel Nûçe Tewanbarên teqînê wê werin daleqandin

Tewanbarên teqînê wê werin daleqandin

Belav bike


Derbarê mijarê de Endamê Dadgeha Temyîzê Ebdulkerîm Heyder agahî dan radyoya Navxwe û got: ‘‘Kesên hatine girtin dê cezayê darvekirinê li wan bê birîn. Li Herêma Kurdistanê kar bi yasaya hêjmar 3 ya sala 2006’an ji bo nehiştina terorê tê kirin. Li gor wê yasayê jî, kesên beşdarî kiryarên terorîstî bûne yan jî alîkariya kiryarên terorîstî dikin, li xwe digire. Piştî teqîna Hewlêrê, girtina 3 kesan û mikurhatina wan a li ser wê yekê ku destê wan di teqînê de hebû; li gor wê yasayê cezayê darvekirinê li wan tê birîn. Wê ji aliyê Dadgeha Temyîzê ve cezayê wan bê testîq kirin. Lê di her rewşekê de ku aliyê yekemîn Serokatiya Herêma Kurdistanê ye, pêwîste biryarê li ser cîbicîkirina hikmê dadgehê yê li ser wan terorîstan bide.”

Heyder da zanîn ku, li gor maddeya 2 ya yasaya 3 a sala 2006’an ji bo nehiştina terorê ya li Herêma Kurdistanê; wê cezayê darvekirinê li hersê kesên destê wan di plandanîna bûyera terorîstî ya li ber avahiya asayîşa Hewlêrê de heye were birîn.”

29’ê Îlonê di demjimêr 13.24’an de li ber avahiya Asayîşa Hewlêrê 2 otomobîl hatibûn teqandin û 7 hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dabûn û zêdeyî 60 kes jî birîndar bibûn. Piştî bûyerê, 3 kesên ku destê wan di plandanîna êrişê de hebû, ji aliyê asayîşa Herêma Kurdistanê ve hatibûn girtin. Hersê kesên Ereb ên ji bajarê Mûsilê li ser wê yekê mikûr hatibûn ku destê wan di teqîna Hewlêrê de heye. Piştî teqînê rêxistina îslamî ya bi navê Cebhet el-Nusra berpirsyartiya teqîna Hewlêrê xistibû situyê xwe. BasNews