Kemal Burkay ragehand ku rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û misteşarê MIT-a Tirkiyê Hakan Fidan plana amadekirina çar konferansan kiribûn ku li Enqere, Diyarbekir, Bruksel û Hewlêrê pêk bên û wiha axifî: ‘‘PKK’ê konferansên li Enqere, Diyarbekirê çêkirin û ya Hewlêrê ma. Lê em beşdarî konferansên ku PKK’ê organîze kiribûn nebûn.’‘
Burkay da zanîn ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dixwaze li Hewlêrê ”konferanseke neteweyî” amade bike û ji ber vê yekê Hak-Parê qebûl kir beşdarî konferanseke wiha bibe. Burkay got li ser hejmara delegeyan û mîsyona konferansa neteweyî hikûmeta Kurdistanê û PKK li hev nakin û got: ‘‘Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtina 26-ê mehê ya digel min de nerazîbûna xwe ji helwêsta PKK’ê anî ziman û got eger PKK bixwaze konferanseka li gor xwe amade bike bila li cihekê din amade bike û çima dixwaze li Hewlêrê çêke.’‘
Li gor malpera Nefelê, Burkay diyar kir ku Barzanî gotiye Başûrê Kurdistanê dewletek e û li gor dîrektîv û daxwazên PKK’ê kar nake û konferansa ku ew dixwazin amade bikin jî ne ew e ku Ocalan û PKK behs dikin.
Di semînerê de Kemal Burkay behsa rewşa siyasî ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî kir û wiha axifî: ‘‘BDP ji bo Kurdan tiştekî naxwaze. Ez şûna dewleta Tirk bim dê BDP’ê danim ser serê xwe. Xweseriya demokratîk hîç û pûç e. Hak-Par li hemberî nekurdewariya BDP-ê bûye alternatîv. BDP xurt e û laşê wê mezin e lê belê serê wê biçûk e. Ocalan li Imraliyê bilind û mezin kirin û birin ber asîmanan. Ocalan çi dixwaze? Hîç. Pirsa Kurdan doza miletekî ye. Ocalan berê behsa serxwebûnê dikir û piştî çû Imraliyê 180 dereceyan hat guhertin û niha tiştekî naxwaze. Ev ji bo Kurdan şerm e.’‘
Derheqê Rojavayê Kurdistanê û siyaseta PKK’ê de jî Kemal Burkay got: ‘‘Siyaseta PYD’ê li Rojavayê Kurdistanê şaş e û ji bo Rojava xetereka mezin e. Çênedibû ku PYD bi hêzên xwe yên çekdar Rojavayê Kurdistanê bixe bin kontrola xwe û digel rejîma Esed hevkariyê bike. Heqê PKK-ê nîne ku xwe tevlî karên parçeyên din ên Kurdistanê bike û li Rojhilat, Rojava û Başûrê Kurdistanê partiyên wekî PYD, PÇDK û PJAK’ê ava bike.’‘
Kemal Burkay da zanîn ku ew wekî Hak-Par dê beşdarî hilbijartinên bên yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bibin û got heroj Hak-Par xurttir dibe û li cihên wekî Batmanê xelk bi xwe têkiliyê bi Hak-Parê re datînin û dixwazin şaxên Hak-Parê li bajarên xwe vekin. BASnews