Tirkiyê jî, deriyê xwe ji wan re vekir û hêsa ji çûna wan ya Tirkiyê û mayîna wan re derxistin.
Ji bber van sedemên mayîn, ciwanan dest pê kirin xwe fêrî zimanê tirkî bikin, ji bo ku dema çûne Tirkiyê zehmetiyê di mayîn, danûstandin û çûn-hatin û kirîn û jiyana xwe rojane de nekişînin.
Yekîtiya Xwendekarên Kurd li Sûriyê, kursên fêrkirina zimanê tirkî vekir.
Hejmareke mezin ji ciwanan xwe li kursê qeydkirin.
Êdî rewş ne rewşa berê ye
Êdî weke berê Kurdên rojava Tirkiyê dijmin nabînin û weke berê bi çavê neyar lê nanêrin, Kurdên rojava dixwazin li gor modêla Kurdên başûr bi Tirkiyê re bidin û bistînin.
Bajarê Kobanî li ser sînorê bakurê Kurdistanê ye, li aliyê bakur li ser sînorê Sirucê ye.
AVESTA KURD