Salih Mislim li aliyê rojavayê Kurdistanê asê ma.
Malpera rêkxistina Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser malpera xwe nivîsand ku hikûmeta herêma Kurdistanê qedexe kir Salih Mislim derbasî başûr bibe.
Di vê derbarê de heta niha tu daxuyaniyeke fermî ji hikûmeta herêma Kurdistanê nehatiye.
Partiyên rojavayê Kurdistanê dibêjin, partiya Salih Mislim û hêzên asayîşê yên girêdayê wê mafên mirovan binpê dikin.
Wî li Ewropa di şevên piştgiriya PYD li çend cihan axaftinên ku herêma Kurdistanê tewanbar dike pêşkêşkirin. Di yek ji wan axaftinên xwe de gotibû ewê başûr terbiye bikin û gotinên giran ji serkirdeyên başûrê Kurdistanê re gotibûn (Vîdyo).
Salih Mislim bi xwe ji televîzyona Rûdaw re got ku ew li ser sînor e, ew nikare derbas bibe, û heta niha ne diyare ka wê wî derbasî başûr bikin yan na.
AVESTA KURD