Serrûpel Nûçe Gelo ji ber vê axaftinê hatina Mislim hate qedexekirin?

Gelo ji ber vê axaftinê hatina Mislim hate qedexekirin?

Belav bike

Salih Mislim ji ajansa Anadol re axifî û got ew ji 17 mehê ve ew li ser sînore nahêln ew derbasî başûrê Kurdistanê bibe.

Mislim got wî dixwest di ser Iraqê re derbasî Ewropa bibe.

Hevserokê PYD her wiha got, êdî rê bidin wî jî ew derbas nabe, ewê ji xwe re riyeke din bibîne.

Berî niha Salih Mislim di axaftinekê ji bo hevalbendên xwe, hevserokê PYD Salih Mislim, gotinên gelekî giran ji bi serokatiya başûrê Kurdistanê dibe.

Şîrovegerên siyasî dibêjin, axaftineke wiha ya Salih Mislim, bombeyekê di yekîtiya gelê Kurd de diteqîne û rê li pêşiya hemû hewldanên yekîtî û dostaniyê digire.

Bêyî ku başûr bi nav bike, bi zimanekî tund êrîşî başûr dike ku derî di rûyê wan de girtine û dixwazin wan birçî bihêlin.

Salih Mislim, ku dema tê başûrê Kurdistanê, weke mêvanekî bi rêz ji aliyê serokatiya başûrê Kurdistanê ve tê pêşwazîkirin, heta ku li Kurdistanê ye, hewl dide gelekî bi tolerans, lîberal û dostane diaxife, lê dema ku ji sînorê başûrê Kurdistanê derdikeve, dibe kesekî din, uslubê axaftina wî tê guhertin.

Li gora şîrovegeran, sirrekî wê yekê jî heye.

Naveroka axaftina Salih Mislim di vê vîdyoyê de bibînin:

AVESTA KURD