Serrûpel Nûçe Siyastvan û nivîskar Îbrahîm Guçlu dinivisîne

Siyastvan û nivîskar Îbrahîm Guçlu dinivisîne

Belav bike

Çavderên navneteweyî hilbijartina giştî ya Dewleta Federe ya Kurdistanê gelek ecibandin. Lewra hilbijartin di şertên aram û demokratîk de derbas bû.

31 partiyên siyasî beşdarî hilbijartinê bûn.

Di navbeyna wan de bûyerek nexweş bi tevayî derneket.

Bes li bajarê Sileymeniyê di navbeyna YNKê û Goran de pirsgirêkek biçûk derket. Ew jî bi awayekî aşîtiyê çareser bû.

Di vê hilbijartinê de encamên balkêş derketin holê. Hêvî dihat kirin, ku PDKê ji hilbijartinê gelek xurt derkeve. Di destpêkê de hejmara dengdanê PDKê sedî  51-52 hat nîşan dan. Lê di dawî de dengên PDKê li % 38-39-an sekinî. PDKê bû xwediyê  38 parlamanteran ne.

YNKê gor baweriya min dengên xwe gor hilbijartina bûhûrî wenda nekir. Lê dema ku dengên YNKê bi GORAN re tê qiyas kirin, gelek kêm xuya dike. 

GORANê di hilbijartina din de %25 deng girtibû. YNKê jî zêdetir xwediyê % 15 dengan bû. Di vê hilbijartinê de % 16 deng girt. Loma di dengên YNKê de kêmbûnek mezin tûne ye.

Bes rastiya YNKê derket holê.

Ji bona ku YNKê xwediya pirsgirêk a demokrasiyê ye jî, gel eleqe nîşan nade.

Ji aliyê din de ji gel re xizmeta wan jî kêm e. Herêma Sileymaniyeyê gorî Hewlerê gelek paşvemayî ye.

Di eslê xwe de di hilbijartina din de dengên PDKê û YNKê ji hevûdu cûda nebibûn. Lewra herdu partiyan bi hev re hevpeymanek çêkiribûn. Dengên hatibûn ji bona herduyan bû.

Hêvî ew bû ku GORAN dê dengek mezin wenda bike. Lê wusa nebû. GORANê parlamenterek kêm kir. Di hilbijartina berê de 25 û di vê hilbijartinê de 25 parlamenter qezenç kir.

Qelsbûna YNKé û nexweşiya Mam Celal xizmetî GORAN kir. Ji derveyî wan sedeman jî, GORANê dengên ew kesên ji hikûmetê,  ji PDKê û YNKê eciz in, wergirt.

Lê rastiyek heye ku dema dengên GORANê û YNKê bi hev re bê hejmarî, dengên wan ji PDKê zêditir in. PDKê 38, wan bi hev re 42 parlamenter qezenç kirin.

Loma jî berpirsiyarekî GORANê diyar kir ku ev yeka xeyal bû. Lê pêk hat.

Dengên rêxistinên îslamî û partiyên din û kesên serbixwe gelek encamêm maqûl bûn.

Piştî hilbijartinê li ser hilbijartinê û encamên ku ji aliyê partiyan de hatibûn girtin: Hatin niqaşe û gengeşî kirin.

Nûha jî dor hat hikûmet avakirinê.

Li ser mijara avakirina hikûmetê niqaşe dom dikin.

                                             *****

Gor qanûn û edatan di destpêkê  de ji bona ku hikûmet ava bibe, PDKê dê wezîfe bigre ser milên xwe û hewil bide ku hikûmet ava bike.

PDKê dema ku nikarî hikûmet ava bike, dora GORAN tê.

Li Kurdistanê ji bona avakirina hikûmetê çend alternatîf hene. Ez dixwazim li ser van alternatîfan rawestim.

Alternatîfa yekem: Hikûmeta PDK û YNKê û kêmnetewan e…

PDK û YNKê çend peryod in ku bi hev re hikûmet avakirine û dewlet  bi hev re birêvebirine.

Di hilbijartinê de parlamenterên herdu partiyan 52 ne. Parlamenterên kêmneteweyan jî 11 heb in. Bi tevayî dikin 63 parlamenter. Ev gelek bi hêsanî dikarin hikûmet ava bikin.

PDKê piştî hilbijartinê  jî diyar kir, ku amade ye ku bi YNKê re hikûmet ava bike. Bi hevpeymana stratejîk ya wan re girêdayî ye.

Lê wusa diyar e ku YNKê ji bona ku bi PDKê hikûmet ava bike, ne amade ye. Lewra YNKê di wê nêrînê de ye ku dema bi PDKê re bibe hikûmet, ji aliyê gel de wek dûvik tê terîf kirin û loma jî deng wenda dike.

Alternatîfa Duyem: Hikûmeta PDK, GORAN, YNKê ne…

Di vê merheleyê de, di şertên Rojhilata Navîn ya îroyîn de, ji bona ku pirsa Kerkukê jî çareser bibe,  hikûmet gelek xurt û bi dirayet pêwîst e.

Ew jî bi sê partiyan dikare hal bibe. Ew partiyan jî, PDKê, GORAN û YNKê ne. Parlamenterên wan jî têrê dikin û 70 parlamenter in.

Lê ew sê partî di bername û di metodê de, di dewlet îdarekirinê de, li hevkirin wan gelek zehmet e. Divê vê zehmetiyê bidin ber çav û vê pirsê çareser bikin.

Alternatîfa Sêyem: Hikûmeta PDKê û GORANê …

Herdu partî jî, ji hilbijartinê xurt derketin. PDKê partiya yekemîn e. GORAN, tevger û partiya duyemîn e.

Parlamenterên herdu partiyan, 62 parlamenter in. Ji bona hikûmet avakirinê têrê dike.

Ew hikûmeta dikarê ji bona Kurdistanê hîn aramkar û xebatkar be.

Alternatîfa Çaremîn: Hikûmeta PDKê, Islamiyan û Kêmneteweyan..

Parlamenterên ev sê terefan 64 in. Dikarin hikûmetê ava bikin. Ji bona ku di PDKê di rêveberina dewletê de xwediyê ceribandinek mezin e. Loma di rêvebirina hikûmetê de pirsgirêk dernakeve.

Lê hezar mixabin ev hikûmeta gelek qels dibe.

Hikûmeta GORAN, YNKê  û Îslamiyan…

Ew sê teref jî dikarin bi hev re hikûmet ava bikin. Lê lihevkirina YNKê û Goran û îslamiyan li  gelek zehmet e.

Ji derveyî vê jî ev sê terefan di rêvebirina hikûmetê de xwediyê ceribandin û tecrubek mezin jî nîn in.

Alternatîfa Pêncemîn Hikumeta PDKê û Kêmneteweyiyan e: Hikûmeta Kêmaniyê…

PDKê dikare bi kemneteweyan re hikûmetê ava bike. Ev hikûmeta dibe hikûmeta kêmaniyê.

PDKê bi serê xwe dikare vê hikûmetê birêve bibe. Pirsgirêkek mezin di reveberiyê de dernakeve.

Lê divê partiyên din jî, ji vê hikûmeta kêmanî re, bi taybetî jî divê YNKê ji hikûmeta kêmanî re piştgirî bike.

Lewra hejmara parlamenterên PDK û kêmneteweyan ji bona hikûmet avakirinê têr nake.

                                             *****

Dema ku şertên Dewleta Federe ya Kurdistanê li ber çav bê girtin û bê şirove kirin, di vê merheleyê de di hikûmetê de hebûna PDKê wek pêwistiyek xuya dike.

Lewra PDKê dewletê baş nas dike.

Ew di dewletê de rêxistinîkirî ye.

Di rêveberiya dewletê de jî xwediyê ceribandinek mezin e.

Wek tê zanîn ceribandin û tecrubeya PDKê, ji Komara Kurdistanê ya Mehabadê û ji Otonomiya Kurdistanê ya 1970-yî tê.

Amed, 11. 10. 2013

(ibrahimguclu21@gmail.com)