Rêveberê aliyê Rojava yê Deriyê sînorî yê Sêmalka yê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê Siyamend Osman ji Rûdawê re ragihand, wan deriyê aliyê xwe bi temamî girtin.
Siyamend Osman derbarê sedema vê biryarê de jî got ku deriyê sînorî yê navbera Rojava û Başûr tenê bo derbasbûna koçberan dihat vekirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nedihîşt alîkariyên mirovî û pêdiviyên jiyanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin her wiha serdana Hevserokê PYDê Salih Mislim bo Başûr jî hatibû astengkirin.
Rêveberê Deriyê Sêmalka yê aliyê Rojava herwiha ragihand ku gellek alîkarî û muwelîdeyên (jenerator) elektrîkê li aliyê Başûrê Kurdistanê ne lê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê nedihîşt ew alîkarî derbas bibin.
Siyamend Osman eşkere kir, her wiha yek ji sedemên girtina sînor ew bû ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê nedihîşt birîndarên hêzên YPGê derbasî Başûr bibin û bên dermankirin. (Rûdaw)
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ragihand, ji ber ku Herêma Kurdistanê nehîştiye Hevserokê PYDê Salih Mislim derbasî Başûr bibe wan jî sînorê aliyê Rojava girtin.
Rêveberê aliyê Rojava yê Deriyê sînorî yê Sêmalka yê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê Siyamend Osman ji Rûdawê re ragihand, wan deriyê aliyê xwe bi temamî girtin.
Siyamend Osman derbarê sedema vê biryarê de jî got ku deriyê sînorî yê navbera Rojava û Başûr tenê bo derbasbûna koçberan dihat vekirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nedihîşt alîkariyên mirovî û pêdiviyên jiyanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin her wiha serdana Hevserokê PYDê Salih Mislim bo Başûr jî hatibû astengkirin.
Rêveberê Deriyê Sêmalka yê aliyê Rojava herwiha ragihand ku gellek alîkarî û muwelîdeyên (jenerator) elektrîkê li aliyê Başûrê Kurdistanê ne lê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê nedihîşt ew alîkarî derbas bibin.
Siyamend Osman eşkere kir, her wiha yek ji sedemên girtina sînor ew bû ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê nedihîşt birîndarên hêzên YPGê derbasî Başûr bibin û bên dermankirin.
– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/261020136#sthash.2qK8XxGL.dpuf