Dema ku Omer Koçerî, dixwest ji aliyekî kolanê derbasî aliyê din bibe, taksiyekê li wî da û birîndar kir.
Şofêrê taksiyê û hevalê Omer Koçerî Hemîd Murad ku li aliyê din yê rê li benda wî bû ew rakirin nexweşxaneya Roj Ava.
Doktoran gotin rewşa wî baş e, lê divê çend rojan di nexweşxaneyê de bimîne.
Omer Koçerî got ew dozê li dijî şofêr venake û nehîşt ku ew were girtin.
Em bi navê AVESTA selametiyê ji nivîskar û rojnamevan Omer Koçerî re daxwaz dikin.
AVESTA KURD