PDKê rexne li hevpeymana xwe YNKê digire û dibêje “YNKê Adil Murad fêrî prensîpên hevpeymana staratejî ya di navbera me her du aliyan de nekiriye”.
Adil Murad duh di rûpela xwe ya Facebookê de derbarê ku rê li hatina Hevserokê PYDê Salih Mislim hatiye girtin de, PDKê bi wê yekê gunhebar kir ku dixwazin “Mislim li ser sînor bê terorkirin”.
Adil Murad wiha nivîsandiye “Ev biryara ne rewa ya serkirdeyên PDKê li dijî têkoşerên gelê me yê Kurd li Sûriyê, xizmeteke bê berambere ji bo siyaseta Tirkiyê ku dixwaze tevgera rizgarîxwaza Kurd li Sûriyê bifetisîne û jinav bibe”.
Di bersiva gotinên Adil Murad de ku di malpera fermî ya PDKê de hatiye belavkirin, Sekreterê Rojnamevanî yê Polîtbîroya PDKê got “Heyameke Adil Murad bi minasebe û bê minasebe êrîşên ne rewa li ser partiya me dajone û bi heman nefesa ku berê hatiye cerbandin dijayetî û kîn di nivîs û gotinên wî de diyar dibe”.
Di bersiva PDKê de wiha hatiye “Her çiqas em wek PDKê cihê Adil Murad di nava YNKê de baş dizanin û em dizanin ku navhatî rastî haleteke pisîkolojîk ya xirab hatiye, lê tevî vê yekê em li bendê bûn serkirdayetiya YNKê wî fêrî prensîpên hevpeymaniya di navbera me her du aliyan de bike”.
Polîtbîroya PDKê derbarê Rojavayê Kurdistanê de jî got “Siyaseta PDKê derbarê têkoşîn û xebata perçeyên din yên Kurdistanê û mafên wan yên rewa diyar û aşkere ye û di vê çarçoveyê de jî wek erkekî neteweyî û niştimanî, bi awayekî berdewam hewl dide û di hemû waran de jî tevahiya karên xwe bikar anîne, bi taybet di van çend salên borî de derbarê Rojavayê Kurdistanê de”.
Wek di bersiva PDKê de hatiye, PDKê hirza vekirina dozeke yasayî li dijî Adil Murad dike û dibêje “Berdewambûna navahtî li ser gunehbarkirina PDKê, em neçar kirin hizir li ser vekirina dozeke yasayî bikin ji bo ku em rê li her gunehbarkirinekê bigirin”.
Sekreterê Rojnamevanî yê Polîtbîroya PDKê herwiha got “Diyar e Adil Murad jî fêrî wê terbiyetê bûye ku Salih Mislim dixwaze herêma Kurdistanê pê fêr bike”. Rûdaw
Piştî ku Sekreterê Encumena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNKê Adil Murad êrîşeke tund li ser hevpeymana xwe Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê ajot, Polîtbîroya PDKê ragihand ku ew dizanin Adil Murad rastî haleteke pisîkolojîk ya xirab hatiye.
PDKê rexne li hevpeymana xwe YNKê digire û dibêje “YNKê Adil Murad fêrî prensîpên hevpeymana staratejî ya di navbera me her du aliyan de nekiriye”.
Adil Murad duh di rûpela xwe ya Facebookê de derbarê ku rê li hatina Hevserokê PYDê Salih Mislim hatiye girtin de, PDKê bi wê yekê gunhebar kir ku dixwazin “Mislim li ser sînor bê terorkirin”.
Adil Murad wiha nivîsandiye “Ev biryara ne rewa ya serkirdeyên PDKê li dijî têkoşerên gelê me yê Kurd li Sûriyê, xizmeteke bê berambere ji bo siyaseta Tirkiyê ku dixwaze tevgera rizgarîxwaza Kurd li Sûriyê bifetisîne û jinav bibe”.
Di bersiva gotinên Adil Murad de ku di malpera fermî ya PDKê de hatiye belavkirin, Sekreterê Rojnamevanî yê Polîtbîroya PDKê got “Heyameke Adil Murad bi minasebe û bê minasebe êrîşên ne rewa li ser partiya me dajone û bi heman nefesa ku berê hatiye cerbandin dijayetî û kîn di nivîs û gotinên wî de diyar dibe”.
Di bersiva PDKê de wiha hatiye “Her çiqas em wek PDKê cihê Adil Murad di nava YNKê de baş dizanin û em dizanin ku navhatî rastî haleteke pisîkolojîk ya xirab hatiye, lê tevî vê yekê em li bendê bûn serkirdayetiya YNKê wî fêrî prensîpên hevpeymaniya di navbera me her du aliyan de bike”.
Polîtbîroya PDKê derbarê Rojavayê Kurdistanê de jî got “Siyaseta PDKê derbarê têkoşîn û xebata perçeyên din yên Kurdistanê û mafên wan yên rewa diyar û aşkere ye û di vê çarçoveyê de jî wek erkekî neteweyî û niştimanî, bi awayekî berdewam hewl dide û di hemû waran de jî tevahiya karên xwe bikar anîne, bi taybet di van çend salên borî de derbarê Rojavayê Kurdistanê de”.
Wek di bersiva PDKê de hatiye, PDKê hirza vekirina dozeke yasayî li dijî Adil Murad dike û dibêje “Berdewambûna navahtî li ser gunehbarkirina PDKê, em neçar kirin hizir li ser vekirina dozeke yasayî bikin ji bo ku em rê li her gunehbarkirinekê bigirin”.
Sekreterê Rojnamevanî yê Polîtbîroya PDKê herwiha got “Diyar e Adil Murad jî fêrî wê terbiyetê bûye ku Salih Mislim dixwaze herêma Kurdistanê pê fêr bike”.
– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/271020132#sthash.9v8ZOuuH.dpuf