Serrûpel Nûçe Xuşka “Burc Xelîfe“ li Hewlêrê tê çêkirin

Xuşka “Burc Xelîfe“ li Hewlêrê tê çêkirin

Belav bike

Şîrketa Îmar a Îmaratê ku bilindtirîn avahiya cîhanî ya bi navê Birca Xelîfe li Dobeya paytexta Îmaratê çêkirine, li bajarê Hewlêrê jî dest bi çêkirina xanî û avahiyan dike.

Di merasima vekirina projeyê de ku îro (27.10.2013) li Hewlêrê hat sazkirin, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî beşdar bû. Barzanî di merasimê de axaftinek kir û diyar kir ku eger îro şîrketa Îmarê Kurdistan ji bo projeyek mezin hilbijartiye nîşana girîngbûna Hewlêr û Kurdistanê ye.

Serokwezîr Barzanî her wiha anî ziman ku pereyekî mezin ji Kurdistanê derdikeve derve û wiha got: “Lê mixabin gencên me xwe ji kar dûr digirin. Divê gencên me bikevin nav sektora taybet ji ber ku ew sûda ku di sektora taybet de heye gellekî ji sûda sektora giştî de zêdetir e.”

Nêçîrvan Barzanî soz da gencên Kurdistanê û diyar kir ku ew sedî sed bi xewnên wan bo xweşderbaskirinê ye û wiha axivî: “Em hewl didin di jiyanê de xweş derbas bikin lê ew xewnên han pêwîstî bi westandinê ye. Netewe û welatê me bi xwîn û fedakariya nifşên berê hatiye parastin û niha jî divê bi xebat û karê we pêş bikeve. Kurdistan gellekî dewlemend e û ber bi qonaxeke pirr mezin gavan davêje. Me bi şiyan û dewlemendiya xwe wisa kiriye ku êdî ti kes di xema elektrîk û sotemeniyê û xizmetguzariyên din de ne. Lê di hemû cîhanê de hikûmet û gel bi hev re kar dikin. Lê mixabin hinek kes wisa hizir dikin ku divê tenê hikûmet kar bike. Ji ber wê jî divê genc xwe tevlî kar bikin û di bihêzkirina jêrxana aborî de rola xwe bilîzin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nerazîbûna xwe li hember karnameya hinek şîrketên çêkirina xanî û avahiyan jî anî ziman û wiha anî ziman: “Wan şîrketan qet hesabê wê yekê nekirin ku hikûmetê gellek alîkariya wan kiriye lewma diviya wan jî li hember vê alîkariyê xanî û avahiyên xelkê bi qalîteyek baş çêkiriban. Mixabin ev tişt pêk nehat lê êdî ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin û her saziya hikûmetê di çavdêriya karên şîrketan de xemsariyê bike dê bi tundî were cezakirin.”

Nêçîrvan Barzanî têkez kir ku ew naxwazin ti şîrketek xaka Kurdistanê, pereyê welatiyan xerc bike û xanî û avahiyên xirab çêbike û bi awayekî nerewa sûdmend be.

Serokwezîr Barzanî derheqê rêjeya belengazî û jariyê de li Kurdistanê jî agahî da û ragihand, li gorî lêkolînên saziya NY ya bi navê UNFPA û saziya amerîkî ya bi navê RAND, rêjeya jariyê li Herêma Kurdistanê gellekî kêm bûye û gihîştiye 3.5%, di demekî de ev rêje sala 2007an 4.7% bû lê li Iraqê rêjeya belengaziyê 19% e.

Li gorî Barzanî, divê jêrxana aborî li wan cihên ku rêjeya jariyê tê de zêde ye û dahata welatiyan kêm e, were xurtkirin. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî her wiha da zanîn, ji nîveka sedsana borî ve heta niha, rêjeya gundnişîniyê li Iraqê ji 70% daketiye 30% ji ber wê jî divê hikûmet hewl bide girîngiyeke zêde bide gundan.

Li ser avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew partî û aliyên ku beşdarî hikûmetê dibin nabe di avakirina Kurdistaneke bihêz û xweser de xemsariyê bikin çimkî gelê Kurdistanê niha di qonaxeke dîrokî de dijîn û divê hemû bi hev re vê qonaxê derbas bikin.

Projeya Down Towan a Hewlêrê, li ser rûbera milyonek û 800 metre çargoşe tê cîbicîkirin ku 541 hezar metre dê bo avakirina xanî û avahiyan were terxankirin û tê pêşbînîkirin 15 hezar kes bikarin tê de bicîh bibin.

Her wiha 715 hezar metre dê bo avakirina ofîsan were bikaranîn, 150 hezar metre jî dê bibe cihê milkên modern û 75 hezar metre jî dê bibe dikan, 3 hotêlên 5 stêrk bên çêkirin. 40%ê wî erdî jî dê bibe çîmen û keskayî û xizmetguzariyên giştî û bi vê yekê derfeta kar bo 35 hezar kes çêdibe. Rûdaw

Şîrketa navdar a Îmaratê ya Îmarê li bajarê Hewlêrê dest bi projeya bi navê “Down Towan”ê kir. Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî jî tevlî merasima vekirina projê bû û hişyarî da şîrketên çêkirina xanî û avahiyan ên Herêma Kurdistanê û ragihand, ji vir û pêde nabe ti şîrketek bi qalîteyek xirab kar bike.

Şîrketa Îmar a Îmaratê ku bilindtirîn avahiya cîhanî ya bi navê Birca Xelîfe li Dobeya paytexta Îmaratê çêkirine, li bajarê Hewlêrê jî dest bi çêkirina xanî û avahiyan dike.

Di merasima vekirina projeyê de ku îro (27.10.2013) li Hewlêrê hat sazkirin, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî beşdar bû. Barzanî di merasimê de axaftinek kir û diyar kir ku eger îro şîrketa Îmarê Kurdistan ji bo projeyek mezin hilbijartiye nîşana girîngbûna Hewlêr û Kurdistanê ye.

Serokwezîr Barzanî her wiha anî ziman ku pereyekî mezin ji Kurdistanê derdikeve derve û wiha got: “Lê mixabin gencên me xwe ji kar dûr digirin. Divê gencên me bikevin nav sektora taybet ji ber ku ew sûda ku di sektora taybet de heye gellekî ji sûda sektora giştî de zêdetir e.”

Nêçîrvan Barzanî soz da gencên Kurdistanê û diyar kir ku ew sedî sed bi xewnên wan bo xweşderbaskirinê ye û wiha axivî: “Em hewl didin di jiyanê de xweş derbas bikin lê ew xewnên han pêwîstî bi westandinê ye. Netewe û welatê me bi xwîn û fedakariya nifşên berê hatiye parastin û niha jî divê bi xebat û karê we pêş bikeve. Kurdistan gellekî dewlemend e û ber bi qonaxeke pirr mezin gavan davêje. Me bi şiyan û dewlemendiya xwe wisa kiriye ku êdî ti kes di xema elektrîk û sotemeniyê û xizmetguzariyên din de ne. Lê di hemû cîhanê de hikûmet û gel bi hev re kar dikin. Lê mixabin hinek kes wisa hizir dikin ku divê tenê hikûmet kar bike. Ji ber wê jî divê genc xwe tevlî kar bikin û di bihêzkirina jêrxana aborî de rola xwe bilîzin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nerazîbûna xwe li hember karnameya hinek şîrketên çêkirina xanî û avahiyan jî anî ziman û wiha anî ziman: “Wan şîrketan qet hesabê wê yekê nekirin ku hikûmetê gellek alîkariya wan kiriye lewma diviya wan jî li hember vê alîkariyê xanî û avahiyên xelkê bi qalîteyek baş çêkiriban. Mixabin ev tişt pêk nehat lê êdî ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin û her saziya hikûmetê di çavdêriya karên şîrketan de xemsariyê bike dê bi tundî were cezakirin.”

Nêçîrvan Barzanî têkez kir ku ew naxwazin ti şîrketek xaka Kurdistanê, pereyê welatiyan xerc bike û xanî û avahiyên xirab çêbike û bi awayekî nerewa sûdmend be.

Serokwezîr Barzanî derheqê rêjeya belengazî û jariyê de li Kurdistanê jî agahî da û ragihand, li gorî lêkolînên saziya NY ya bi navê UNFPA û saziya amerîkî ya bi navê RAND, rêjeya jariyê li Herêma Kurdistanê gellekî kêm bûye û gihîştiye 3.5%, di demekî de ev rêje sala 2007an 4.7% bû lê li Iraqê rêjeya belengaziyê 19% e.

Li gorî Barzanî, divê jêrxana aborî li wan cihên ku rêjeya jariyê tê de zêde ye û dahata welatiyan kêm e, were xurtkirin. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî her wiha da zanîn, ji nîveka sedsana borî ve heta niha, rêjeya gundnişîniyê li Iraqê ji 70% daketiye 30% ji ber wê jî divê hikûmet hewl bide girîngiyeke zêde bide gundan.

Li ser avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew partî û aliyên ku beşdarî hikûmetê dibin nabe di avakirina Kurdistaneke bihêz û xweser de xemsariyê bikin çimkî gelê Kurdistanê niha di qonaxeke dîrokî de dijîn û divê hemû bi hev re vê qonaxê derbas bikin.

Projeya Down Towan a Hewlêrê, li ser rûbera milyonek û 800 metre çargoşe tê cîbicîkirin ku 541 hezar metre dê bo avakirina xanî û avahiyan were terxankirin û tê pêşbînîkirin 15 hezar kes bikarin tê de bicîh bibin.

Her wiha 715 hezar metre dê bo avakirina ofîsan were bikaranîn, 150 hezar metre jî dê bibe cihê milkên modern û 75 hezar metre jî dê bibe dikan, 3 hotêlên 5 stêrk bên çêkirin. 40%ê wî erdî jî dê bibe çîmen û keskayî û xizmetguzariyên giştî û bi vê yekê derfeta kar bo 35 hezar kes çêdibe.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/271020135#sthash.6rsqADxU.dpuf