Serrûpel Nûçe Fîlamîngo, Gola Urmiyê rizgar dikin

Fîlamîngo, Gola Urmiyê rizgar dikin

Belav bike


Di vê derbarê de mamostayê zanîngehê û pisporê jîngehê Hoşeng Ziyayî ji Ajansa Nûçeyan a Tesnîm a Îranê re got: ‘’Hatina Fîlamîngoyan tê wê wateyê ku ava Gola Urmiyê êdî wek berê ne zêde şor e. Daketina asta şorbûna ava Gola Urmiyê ji ber wê yekê ye ku ava rûbar û çemên din tê nav golê û evna jî nîşaneke ku gol ji ziwabûnê rizgar bibe.’‘

Ziyayî wiha dibêje: ‘’Rizgarkirina Gola Urmiyê daku ziwa nebe pêdivî bi hewldaneke cidî ya berpirs û xelkê Urmiyê heye. Divê ava bendavan bê berdan û biçe nav golê, herwiha hewl bê dayîn ku berê ava rûbarên din jî bikeve ser golê. Di heman demê de çêkirina bendavan li derdora golê sedema serekî ya ziwabûnê ne.’‘

Di van çend salên borî de rejîma Îranê zêdeyî 30 bendavan li bajarên Tirknişîn ên derdora Urmiyê çêkirine û vêna jî wiha kiriye ku asta ava Gola Urmiyê gelekî kêm bibe û tirs heye ku ziwa bibe. Ji ber vê ziwabûnê jî nêzîka 3 milyon daniştvanên derdora golê warê xwe bicîh hiştin û koçî bajarên din ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê kirine. BAS