Serrûpel Nûçe YPG 6 gundên Çilaxa ji çeteyan rizgar kir

YPG 6 gundên Çilaxa ji çeteyan rizgar kir

Belav bike


Operasyona ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di 23’ê Cotmehê de li herêma Til Koçer dabû destpêkirin, li herêma Çilaxa ya Girkê Legê bi pêngava sêyemîn dom dike. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di çarçoveya pêngava sêyemîn de li herêma Çilaxa li dijî komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) çalakiyên berfireh hatin lidarxistin.

Di çalakiyên ku duh êvar hatin destpêkirin de gundên Girhok, Yusufiyê, Sefa, Cinêdiyê, Girê Fatê û Ebû Hecer, girên derdora Ebû Hecer, Mezraa Kelem ji çeteyan hatin rizgarkirin. Operasyona li herêmê dewam dike.

Hêzên YPG’ê di 23’ê Cotmehê de li herêma Til Koçer pêngava yekemîn a “Operasyona Tolhildanê ya Şehîdên Tirbespiyê û Çilaxa” de dabû destpê kirin. Di vê pêngavê de 2 gundên li nêzî Til Koçer hatibûn bidestxistin. Di pêngava duyemîn a operasyonê ku di 26 û 27’ê Cotmehê de hatibû lidarxistin de jî Deriyê Sînor ê Til Koçer ku di navbera Rojava û Iraqê de ye û bajarokê Til Koçer hatibûn rizgarkirin. ANF