Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di beyannameyekê de ku kopiyek ji BasNewsê re hatiye şandin, ragehand ku du ‘terorîstên’ ser bi Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê ji aliyê hêzên asayîşê ve berî çend rojan hatine girtin.
Di beyannameyê de wiha tê gotin: ‘’Terorîstê yekem xwekujekî Ereb e bi navê Qetîbe Ehmed Qasim Xetîb (Ebû Qetade Muslim), ew bi xwe ji Sûriyê bajarê Helebê ye û sala 1996’ê ji dayîk bûye. Qetîbe bi hevkariya terorîstê duyem dixwest bi rêya kemera bomberêjkirî baregahê Asayîşa Akrê bike hedef.’‘
Li gor beyannameya Asayîşê, Qetîbe çend mehan li Sûriyê dewreyên leşkerî dîtine û piştre ligel 9 kesên din bo İraqê hatine şandin. Terorîstê duyem jî yê ku hatiye girtin keseke bi navê Mîqdad Ebdulqadir Nasir Xidir (Ebû Ebid) ku ji bajarê Mûsilê ye û sala 1967’ê ji dayîk bûye. BAS