Serrûpel Nûçe “Hêvî dikim guh bidin şîretên me”

“Hêvî dikim guh bidin şîretên me”

Belav bike

Berdevkê  Herêma kurdistanê Sefîn Dîzaî diyar kir ku PYD li Sûriyeyê dest datîne ser cihên ku kurd lê dijîn, bi vî awayî desthilatdariya xwe pêk tîne û zilm û zordariyê li partiyên din dike.

Dîzaî ji nûçegihanê AAyê re li ser îdiayên ku h bi kurdên li Sûriyeyê re li hev nake daxuyanî da û diyar kir ku ne bi kurdên Sûriyeyê re, bi tenê bi hin koman re pirsgirêkên wan heye.

Dîzaî serokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Mislim rexne kir û wiha axivî: “Mixabin ev heval hedê xwe nizanin. Ez hêvî dikim ku guh bidin van şîretên me û pirsgirêkên di nav xwe de çareser bikin û dev ji tundiyê berdin. Kurdên Sûriyeyê tenê bi yekîtî û hevgirtinê dikarin mafê xwe bi dest bixin.” 

“PYD li gor protokolê tevnegeriya”

Dîzaî îdia kir ku PYD li Sûriyeyê zor û zordariyê li partiyên kurd dike û wiha axivî: ”Ev sê salên dawîn li Sûriyeyê PYD jî tê de me piştgirî da hemû kurdan û civîn lidarxistin. Em ji bo yekîtiyê xebitîn û me xwest em her kesê bînin ba hev. Sala çû jî di navbera PYD û komên din ên kurd de protokol hat îmzekirin. Lê mixabin PYD li gor protokolê tevnegeriya. PYD niha dest datîne ser cihên ku kurd lê dijîn, bi vî awayî desthilatdariya xwe pêk tîne û zilm û zordariyê li partiyên din dike.”

“Ji bo ku em bûn yek îro Kurdistana Federal heye”

Sefîn Dîzaî diyar kir ku her tim li ser van mijaran diaxivin û yekîtî û hevkariya kurdan girîng dibînin.

Dîzaî destnîşan kir ku li Iraqê ji bo ku bûne yek daxwazên wan bi cih hatin û wiha peyivî: ”Ji ber ku em bûn yek îro Kurdistana Federal heye. Heger me piştî Seddam daxwazên xwe bi yekîtî neparasta belkî jî em ê nehatina vê astê. Ji ber vê sedemê jî yekîtî û hevgirtina kurdên Sûriyeyê girîng e. Em dîsa di vê mijarê de piştgiriyê didin wan, lê mixabin ev heval hedê xwe nizanin. Ez hêvî dikim ku guh bidin van şîretên me û pirsgirêkên di nav xwe de çareser bikin û dev ji tundiyê berdin. Kurdên Sûriyeyê tenê bi yekîtî û hevgirtinê dikarin mafê xwe bi dest bixin.”

Dîzaî serdana Serokwezîrê Iraqê Nûrî El-Malîkî ya li DYAyê jî nirxand. 

Sefîn Dîzaî bal kişand ku pêwistiyên Iraqê di her warî de hene, divê hemû sektor bên tezekirin û wiha got: “Helbet divê artêşa Iraqê jî xwe nû bike. Lê pêwistiya Iraqê bi balafirên şer ên F-16an û çekên din tuneye. Pêwistiya gel bi ceyran, rê, av, tenduristî û ewlehiyê heye.”

Dîzaî anî ziman ku butçeya Iraqê mezin e û wiha axivî: ”Divê di salên ku bê de ev pêwistî bên rojevê. Helbet di pêşerojê de dê pêwistiya artêşê bi çekan hebe. Lê niha hemû herêm bi terorîstên radîkal re rû bi rû ye. Ji bo ku vê xeteriyê dûr bixin çekên giran feyde nadin. Bi awayekî din, bi rêbazên din divê ev pirsgirêk çareser bibe. Hevkariya bi dewletên cînar re dê çareser bibe. Niha pêwistiyên gelê Iraqê pir cuda ne.”