Serrûpel Nûçe Agahiyên nû li ser xwekuşan

Agahiyên nû li ser xwekuşan

Belav bike

Roja 3ê Mijdara 2013an de Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ragihand ku 2 kes bi tohmeta wê hatine girtin ku yekê ji wan xwestiye bi kembereke bombekirî xwe li nav Asayişa Akrê de biteqîne û yê din jî alîkariya wî kiriye û ew derbasî Herêma Kurdistanê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, tohmetbarê yekem ereb û xelkê Sûriyê bûye û navî wî Quteybe Qasim Xetîb bû ku jê re digotin “Ebû Qetade Mislim” û temenê wî jî 17 sal e.

Derheqê çawaniya hatina wan xwekujan bo Herêma Kurdistanê, encumenê wiha agahî dabû: “Ev êriş ji aliyê rêxistina Dewleta Îslamî ya li Iraq û Şamê ve hatiye organîzekirin û piştî çend mehan meşq û rahênan bi 9 terorîstên din re derbasî Iraqê kirine. Ew xwekuj piştî ku mehekê li bajarê Mûsilê mane ji aliyê çend terorîstên din ve hatine amadekirina da ku avahiya Asayişa Akrê ya li Parêzgeha Dihokê biteqînin.”

Li ser girtina kesê duyem jî di daxuyaniyê de hatiye gotin ku hêzên asayişê “di çalakiyeke taybet de karîn terorîstê duyem ku navê wî  Miqdad Ebdulqadir Nasir Xuzêr e û jê re dibêjin Ebû Ebd û temenê wî 46 sal e, li bajarê Mûsilê hat girtin”.

“Ebû Ebd” di lêpirsîna xwe de li xwe mukir hat û got ku sala 2007an tevlî El Qaîdê bûye û mehekê beriya niha bi du kesên bi navên Hacî û Ebû Ehmed re bûye heval her wiha 2 kesên jî peyda kiriye û li ser teqandina Asayişa Akrê li hev kirine.

Li gorî agahiyên Rûdawê ku ji jêderekî ji Asayişa Herêma Kurdistanê bidest ketine, 3 rojan piştî teqînên Hewlêrê yanê roja 01.10.2013, agahî gihîştiye Asayiş Akrê ku hinek teqemenî di nav kembereke ji Mûsilê ber bi Akrê ve tê û dê ji aliyê kesekî xwekuj ve li nav avahiya Asayişa wê deverê de were teqandin.

Li gorî agahiyên wî jêderê Asayişê, ew kembera bombekirî ji aliyê kurdekî ve ji du xalên pişkinînê hatibû derbaskirin û li derdora qezaya Berdereşê hatibû veşartin lê piştî wergirtina agahiyan şûna wê kemberê hat dîtin ku bi qasî 4.5 kg teqemenî tê de bû û ji aliyê tîmeke pispor a asayişê ve hat pûçkirin û kember jî li wir hatibû hîştin.

Wî jêderî her wiha ragihand, roja paşîn ew du kesên ku hatine girtin, diçin kemberê derdixin û dibin lê dema dixwazin ji xala pişkinînê derbasî nav Akrê bibin karmendên Asayişê daxwaza nasnamê ji wan dikin lê xwekuj dixwaze xwe biteqîne lê kember nateqe û ew du kes tên girtin. RÛDAW

Li gorî agahiyên Rûdawê ku ji jêderekî ji Asayişa Herêma Kurdistanê bidest ketine, kembera bombekirî ya ku biryar bû xwekujê sûrî li nav Asayişa Akirê de biteqîne, beriya xwekuj derbasî nav Kurdistanê hatibû kirin û li nêzîkî qezaya Berdereşê ya Dihokê hatibû veşartin lê hêzên ewlehiyê zû dibînin û pûç dikin.

Roja 3ê Mijdara 2013an de Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ragihand ku 2 kes bi tohmeta wê hatine girtin ku yekê ji wan xwestiye bi kembereke bombekirî xwe li nav Asayişa Akrê de biteqîne û yê din jî alîkariya wî kiriye û ew derbasî Herêma Kurdistanê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, tohmetbarê yekem ereb û xelkê Sûriyê bûye û navî wî Quteybe Qasim Xetîb bû ku jê re digotin “Ebû Qetade Mislim” û temenê wî jî 17 sal e.

Derheqê çawaniya hatina wan xwekujan bo Herêma Kurdistanê, encumenê wiha agahî dabû: “Ev êriş ji aliyê rêxistina Dewleta Îslamî ya li Iraq û Şamê ve hatiye organîzekirin û piştî çend mehan meşq û rahênan bi 9 terorîstên din re derbasî Iraqê kirine. Ew xwekuj piştî ku mehekê li bajarê Mûsilê mane ji aliyê çend terorîstên din ve hatine amadekirina da ku avahiya Asayişa Akrê ya li Parêzgeha Dihokê biteqînin.”

Li ser girtina kesê duyem jî di daxuyaniyê de hatiye gotin ku hêzên asayişê “di çalakiyeke taybet de karîn terorîstê duyem ku navê wî  Miqdad Ebdulqadir Nasir Xuzêr e û jê re dibêjin Ebû Ebd û temenê wî 46 sal e, li bajarê Mûsilê hat girtin”.

“Ebû Ebd” di lêpirsîna xwe de li xwe mukir hat û got ku sala 2007an tevlî El Qaîdê bûye û mehekê beriya niha bi du kesên bi navên Hacî û Ebû Ehmed re bûye heval her wiha 2 kesên jî peyda kiriye û li ser teqandina Asayişa Akrê li hev kirine.

Li gorî agahiyên Rûdawê ku ji jêderekî ji Asayişa Herêma Kurdistanê bidest ketine, 3 rojan piştî teqînên Hewlêrê yanê roja 01.10.2013, agahî gihîştiye Asayiş Akrê ku hinek teqemenî di nav kembereke ji Mûsilê ber bi Akrê ve tê û dê ji aliyê kesekî xwekuj ve li nav avahiya Asayişa wê deverê de were teqandin.

Li gorî agahiyên wî jêderê Asayişê, ew kembera bombekirî ji aliyê kurdekî ve ji du xalên pişkinînê hatibû derbaskirin û li derdora qezaya Berdereşê hatibû veşartin lê piştî wergirtina agahiyan şûna wê kemberê hat dîtin ku bi qasî 4.5 kg teqemenî tê de bû û ji aliyê tîmeke pispor a asayişê ve hat pûçkirin û kember jî li wir hatibû hîştin.

Wî jêderî her wiha ragihand, roja paşîn ew du kesên ku hatine girtin, diçin kemberê derdixin û dibin lê dema dixwazin ji xala pişkinînê derbasî nav Akrê bibin karmendên Asayişê daxwaza nasnamê ji wan dikin lê xwekuj dixwaze xwe biteqîne lê kember nateqe û ew du kes tên girtin.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/04112013#sthash.WbnNowfE.dpuf