Ewên xwe wek mirovên Benazîr dibînin çend mal in ku li qezaya Xebat û gundê Dûsere yê ser bi qezaya Berdereşê ne. Li gor gotina bitementirîn kesê vê malbatê, bapîrê Benazîr, wate Elî Bhutto, di destpêka sedsala bîstem de ji gundê Dûsereyê ji bo şerê dijî ingilîzan ligel artêşa osmanî çû Pakistanê. Paşnavê vê malbatê Boto ye, ku heman paşnavê Benazîr e. Vê yekê jî wek belgeyekê dibînin ji bo miroviya hevdu.
Xiristiyaniyekî nûçeya bapîrê wan aniye
Neîme Mihemed Elî Boto, ku jineke bi temen e ji gundê Dûsereyê ye, ewqasî bi hezkirin behsa Benazîr dikir, weke ku teqez bike ku ew dotmama Benazîr e: “Artêşa osmanî bapîrê min birin Pakistanê. Wê demê bi xwe mirovekî xiristiyanî hate mala me û ji bavê min re got ku li Pakistanê bapîrê min dîtiye. Bapîrê min gotibû eger tu çû Dûserê, 2 keçên min hene. Yek Hemîne ye, yek Behiye ye. 2 kurên min jî hene. Yek Mihemed e, yek jî Reşîd e. Çîrok tev ji bavê min re got. Çawa got her wiha bû.”
Ev malbat dibêje ew ji wê yekê bawer in ku Benazîr Bhutto ji xwîn û goştê wan e. Heta behs dikin ku Benazîr Bhutto bi awa û durvê wek dotmama wan e. Neîme di gotina xwe de berdewam bû: “Wek Hemîne bû. Hemîne metika min bû.”
Benazîr Zulfeqar Elî sala 1953ê li bajarê Karachi yê Pakistanê ji dayik bû. Bavê wê damezrênerê Partiya Gelê Pakistanê bû. Benazîr li zanîngeha Harvard a amerîkî û Oxford a brîtanî xwendiye. Sala 1986ê vegeriyaye Pakistanê. Piştî 2 salan ji vegera xwe bû serokwezîra Pakistanê. Lê piştî 2 salan ji fermandariya xwe bi tawana gendeliyê hikûmeta wê hate hilweşandin. Sala 1993yê bi rêya hilbijartinan duyem car bû serokwezîra Pakistanê. Hikûmeta wê 3 salan dirêj kir. Dîsa bi tawana gendeliya hevjînê wê ji kar hate dûrxidstin.
Benazîr dayika kurekî û 2 keçan bû. Piştî çend salan ji awarebûn û dûriya ji welêt vegeriyaye Pakistanê. Di 27.12.2007ê de li bajarê Rawalpindiyê di teqîneke xwekujî de hate kuştin.
Li Kurdistanê şînkêşî jê re hate lidarxistin
Ewê ku dabû pey regeza Benazîr Bhutto, mirovek bi navê Elî Mihemed Elî Boto bû, ku weke ew dibêjin pismamê Benazîr e. Elî Boto ji dawiya salên heştêyan ve hest bi vê yekê kiriye ku Benazîr Bhutto ji regeza wan e. Lê wek mirovên wî dibêjin, ji tirsa hikûmeta Baasê newêrîbûn behs bikin. Niha Elî Boto bi sedema strokê nema kare biaxife. Lê her dema ku behsa Benazîr dibû serê xwe dihejand. Di dema terorkirina Benazîr de, Elî li qezaya Xebat 3 rojên şîna wê lidarxist.
Dibe ku Benazîr bi xwe jî behsa wê yekê kiribe ku ew Kurd e. Sala 2001ê şandeke kurdî ji bo beşdariya di kongreyekê de çû paytexta Portûgalê Lîsabonê ye. Benazîr jî di vê kongreyê de ji wê şandeyê re gotibû ku ew kurdregez e.
“Benazîr got por û çavên min bi ser kurdî ve diçin”
Wezîrê berê yê jêderên ava Iraqê, Dr. Ebduletîf Reşîd, ku yek ji endamên şandeyê bû, ji Rûdawê re got “Me ji Benazîr pirsî, weke ku me bihîstiye regeza te Kurd e. Got bi Xwedê ez pirr hezdikim Kurd bim. Bi zarokatî porê min zer bû weke yê we. Rengê çavên min ji yên zarokên din cudabû. Digotin ev jî rengê kurdî ye. Piştre got dayika wê Kurda Kimaşanê bû, çûye bo Necef û Kerbelayê. Wateya vê ew e ku Şîî bû. Çûn ji bo serdanê.”
Ismaîl Welîd ji gundê Dûsere baş dibîne ku ji bo eşkerekirina xizmîtiya wan pişkinîna DNA ji wan re bibe: “Xwîna me bibin Pakistanê, yan xwîna wan bînin vê derê. Hingê encama wê ji sedî sed derdikeve. Em jî serwext dibin.”
Dîrok piştrast nake
Şarezayekî di warê dîrokê de dibêje ku di destpêka sedsala bîstem de dewleta osmanî nikarîbû leşkerên Kurd ji Kurdistanê bibe Pakistanê, bi mebesta şerê Îngilîzan, ji ber ku hingê nikarîbû bervedêriya xwe jî bike. Lewma çûna Elî Botoyê Dûsereyê bo Pakistanê cihê gumanê ye.
Pisporê dîroka nû Prof. Dr. Sedî Osman got: “Dewleta osmanî bi ti awayî di dema şerê yekem ê cihanî de leşker û hêzên xwe neşandine welatên derveyî Împeratoriya Osmanî. Bi taybetî bo welatekî dûr weke Pakistanê, ji ber ku di navbera dewleta osmanî û Pakistanê de Îran heye, Îran jî rê nade çûna ti hêzê. Ji pêvî vê yekê jî, di wê serdemê de welatekî bi navê Pakistanê nebû. Hingê Pakistan beşek ji Hindistanê bû, ku di bin desthilata Brîtanyayê de bû. Li ser binemaya wê yekê ku navê kesekî bi ser navê malbatekê ve here, ev ji aliyê dîrokî ve nayê piştraskirin.” AVESTA KURD
Malbata Bhutto malbateke Pakistanî ya navdar e. Bi dehan kesayetiyên siyasî, nivîskar û rewşenbîr jê derketine. Beşek ji wan bi sedema siyastê koçberî Afganistan û welatên din bûne. Çendîn kes ji wan hatine kuştin û terorkirin. Li Kurdistanê jî Botanî eşîreke mezin in. Li hin deveran ji wan re tê gotin Boto.
SORAN BEHAEDÎN – Rûdaw
Serokwezîra terorkirî ya Pakistanê û keça serokê navdar ê wî welatî Zûlfeqar Elî Bhutto, Benazîr Bhutto, mirovên wê li Kurdistanê derketin. Malbatek bangeşeya wê yekê dike ku pismamên Benazîr Bhutto ne. Seroka terorkirî ya Pakistanê carekê gotibû ku bi regeza xwe Kurd e. Lê dîroknivîsek dibêje “ji bo teqezkirina Kurdîtiya Benazîr Bhutto pêwîstiya me bi belgeyan heye. Heta niha jî ti belge li ber destan nîne.”
Ewên xwe wek mirovên Benazîr dibînin çend mal in ku li qezaya Xebat û gundê Dûsere yê ser bi qezaya Berdereşê ne. Li gor gotina bitementirîn kesê vê malbatê, bapîrê Benazîr, wate Elî Bhutto, di destpêka sedsala bîstem de ji gundê Dûsereyê ji bo şerê dijî ingilîzan ligel artêşa osmanî çû Pakistanê. Paşnavê vê malbatê Boto ye, ku heman paşnavê Benazîr e. Vê yekê jî wek belgeyekê dibînin ji bo miroviya hevdu.
Xiristiyaniyekî nûçeya bapîrê wan aniye
Neîme Mihemed Elî Boto, ku jineke bi temen e ji gundê Dûsereyê ye, ewqasî bi hezkirin behsa Benazîr dikir, weke ku teqez bike ku ew dotmama Benazîr e: “Artêşa osmanî bapîrê min birin Pakistanê. Wê demê bi xwe mirovekî xiristiyanî hate mala me û ji bavê min re got ku li Pakistanê bapîrê min dîtiye. Bapîrê min gotibû eger tu çû Dûserê, 2 keçên min hene. Yek Hemîne ye, yek Behiye ye. 2 kurên min jî hene. Yek Mihemed e, yek jî Reşîd e. Çîrok tev ji bavê min re got. Çawa got her wiha bû.”
Ev malbat dibêje ew ji wê yekê bawer in ku Benazîr Bhutto ji xwîn û goştê wan e. Heta behs dikin ku Benazîr Bhutto bi awa û durvê wek dotmama wan e. Neîme di gotina xwe de berdewam bû: “Wek Hemîne bû. Hemîne metika min bû.”
Benazîr Zulfeqar Elî sala 1953ê li bajarê Karachi yê Pakistanê ji dayik bû. Bavê wê damezrênerê Partiya Gelê Pakistanê bû. Benazîr li zanîngeha Harvard a amerîkî û Oxford a brîtanî xwendiye. Sala 1986ê vegeriyaye Pakistanê. Piştî 2 salan ji vegera xwe bû serokwezîra Pakistanê. Lê piştî 2 salan ji fermandariya xwe bi tawana gendeliyê hikûmeta wê hate hilweşandin. Sala 1993yê bi rêya hilbijartinan duyem car bû serokwezîra Pakistanê. Hikûmeta wê 3 salan dirêj kir. Dîsa bi tawana gendeliya hevjînê wê ji kar hate dûrxidstin.
Benazîr dayika kurekî û 2 keçan bû. Piştî çend salan ji awarebûn û dûriya ji welêt vegeriyaye Pakistanê. Di 27.12.2007ê de li bajarê Rawalpindiyê di teqîneke xwekujî de hate kuştin.
Li Kurdistanê şînkêşî jê re hate lidarxistin
Ewê ku dabû pey regeza Benazîr Bhutto, mirovek bi navê Elî Mihemed Elî Boto bû, ku weke ew dibêjin pismamê Benazîr e. Elî Boto ji dawiya salên heştêyan ve hest bi vê yekê kiriye ku Benazîr Bhutto ji regeza wan e. Lê wek mirovên wî dibêjin, ji tirsa hikûmeta Baasê newêrîbûn behs bikin. Niha Elî Boto bi sedema strokê nema kare biaxife. Lê her dema ku behsa Benazîr dibû serê xwe dihejand. Di dema terorkirina Benazîr de, Elî li qezaya Xebat 3 rojên şîna wê lidarxist.
Dibe ku Benazîr bi xwe jî behsa wê yekê kiribe ku ew Kurd e. Sala 2001ê şandeke kurdî ji bo beşdariya di kongreyekê de çû paytexta Portûgalê Lîsabonê ye. Benazîr jî di vê kongreyê de ji wê şandeyê re gotibû ku ew kurdregez e.
“Benazîr got por û çavên min bi ser kurdî ve diçin”
Wezîrê berê yê jêderên ava Iraqê, Dr. Ebduletîf Reşîd, ku yek ji endamên şandeyê bû, ji Rûdawê re got “Me ji Benazîr pirsî, weke ku me bihîstiye regeza te Kurd e. Got bi Xwedê ez pirr hezdikim Kurd bim. Bi zarokatî porê min zer bû weke yê we. Rengê çavên min ji yên zarokên din cudabû. Digotin ev jî rengê kurdî ye. Piştre got dayika wê Kurda Kimaşanê bû, çûye bo Necef û Kerbelayê. Wateya vê ew e ku Şîî bû. Çûn ji bo serdanê.”
Ismaîl Welîd ji gundê Dûsere baş dibîne ku ji bo eşkerekirina xizmîtiya wan pişkinîna DNA ji wan re bibe: “Xwîna me bibin Pakistanê, yan xwîna wan bînin vê derê. Hingê encama wê ji sedî sed derdikeve. Em jî serwext dibin.”
Dîrok piştrast nake
Şarezayekî di warê dîrokê de dibêje ku di destpêka sedsala bîstem de dewleta osmanî nikarîbû leşkerên Kurd ji Kurdistanê bibe Pakistanê, bi mebesta şerê Îngilîzan, ji ber ku hingê nikarîbû bervedêriya xwe jî bike. Lewma çûna Elî Botoyê Dûsereyê bo Pakistanê cihê gumanê ye.
Pisporê dîroka nû Prof. Dr. Sedî Osman got: “Dewleta osmanî bi ti awayî di dema şerê yekem ê cihanî de leşker û hêzên xwe neşandine welatên derveyî Împeratoriya Osmanî. Bi taybetî bo welatekî dûr weke Pakistanê, ji ber ku di navbera dewleta osmanî û Pakistanê de Îran heye, Îran jî rê nade çûna ti hêzê. Ji pêvî vê yekê jî, di wê serdemê de welatekî bi navê Pakistanê nebû. Hingê Pakistan beşek ji Hindistanê bû, ku di bin desthilata Brîtanyayê de bû. Li ser binemaya wê yekê ku navê kesekî bi ser navê malbatekê ve here, ev ji aliyê dîrokî ve nayê piştraskirin.”