Serrûpel Nûçe Nivîskaran xwestin bi qaçaxî derbasî başûr bibin

Nivîskaran xwestin bi qaçaxî derbasî başûr bibin

Belav bike
22 nivîskarên ku hatibûn beşdarî rojên wêjeya kurdî bibin, ku di bin çavdêriya serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok li dardixe, ji ber ku nikaribûn derbas bibin vegeriyan Qamişlo.

Berdevkê nivîskaran Dilawerê Zengî got, nehîştin derbas bibin, her wiha diyar kir ku ew çûne Şilikiyê.

Pêşmergeyan li wî cihê qaçax girtin û nehîştin ku derbas bibin, ji xwe ew cih ne cihê derbasbûnê ye.

Eger derî hebe, ew nivîskar çima xwe li riya qaçax diqelibînin?!

Şilikiyê, cihekî ku qaçaxcî têre derbas dibin û ne deriyekî fermî ye.

Gelo sedem çi bû ku nivîskarên Kurd çûbûn wî cihê qaçax û nebûbûn dergehê fermî Sêmalka-Pêşabûr?

AVESTA KURD

foto: Nûdem