Serrûpel Nûçe Zarokê Helebçe: “Ey Reqîb“ kifir e

Zarokê Helebçe: “Ey Reqîb“ kifir e

Belav bike
Ew jî bû sedema nerazîbûna gelek kesan.

Li ser vê yekê Mele Hewraman  got ku sirûda Ey Reqîb ne sirûdeke niştimanî ye, ew kifir e, û ji ber vê yekê jî ew li hember wê sirûdê ranebû ye ser piyan.

Mele Hewraman her wiha got, naveroka wê sirûdê li dijî xwedê ye.

Mele Hewraman, ew zarokê Helebçe ye, ku di dema komkujiyê de di hembêza bavê xwe de ye û diya wî li kêleka wan rawestiya ye û bi şok dinêre.

Zarokê ku milê xwe li stûyê xwe li bavê xwe pêçandiye, ew zarok e.

ev wêne di 16.03.1988 li Helebçe hatiye kişandin.

AVESTA KURD

Di yekemîn civîna xula nû ya Parlamentoya Kurdistanê de, hinek parlamenterên aliyên îslamî dema ku sirûda Ey Reqîb lêda ranebûna ser pêyan, ji ber vê yek nakokî di navbera wan û hinek parlamenterên din de derket.

Parlamenterê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê di Parlamentoya Kurdistanê de Mela Hewraman derbarê vê mijarê de ji Rûdawê re ragihand “Sirûda niştimanî (Ey Reqîb) ne sirûdeke niştimanî ye”.

Ew parlamenterê îslamî herwha got “Ew sirûd li dijî destûra Iraqê ye û digel rewşa niha ya Herêma Kurdistanê nagunce”.

Bi gotina Mela Hewraman “Rêkeftinek di navbera aliyên siyasî de li ser Sirûda Ey Reqîb nîne, lewra em ji ber wê sirûdê ranebûn ser pêyan”.

Mela Hewraman herwiha got “Li cem ol heye ne niştiman”.

Li hember vê yekê parlamenterên Partiya Demokrat a Kurdistanê PDKê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNKê nerazîbûna xwe anîn ziman.

Serokê lîsteya Gorran di Parlamentoya Kurdistanê de Yûsif Mihemed ji Rûdawê re got “Parlamenterên îslamî azadin ji bo sirûda Ey Reqîb rabin yan na, lê em wek Gorran ji bo sirûdê rabûn”.

Parlamenterê YNKê Ferhad Sengawî jî ji Rûdawê got “Ey Reqîb beşeke ji rûmeta me û musaweme li ser vê yekê nayê kirin”.

Serokê frakisyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mewlûd Bawemurad jî derbarê vê mijarê de ji Rûdawê re ragihand “Sirûda Ey Reqîb niştimanî ye û em ji bo şehîdan li ber radibin”.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/061120133#sthash.M9ELqVUT.dpuf