Serrûpel Nûçe Hinek hene naxwazin Dr. Berhem bi serkeve

Hinek hene naxwazin Dr. Berhem bi serkeve

Belav bike


Di hevpeyvîneke ligel rojnameya Şerq El-Ewset a çapa Londonê de, Dr. Berhem Salih got: ‘’Wextê min di 2009-2011’ê de berpirsyariya serokatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirt me dest bi çendîn reforman kir, lê em rûbirûyê gelek astengan bûn, ji ber di nav YNK û derveyê wê de jî berjewendiya çendîn kesan ligel wan reforman nebû ku berdewam bin.’‘

Berhem Salih bal kişand ser kêmbûna asta cemawerî ya YNK û PDK’ê û wiha axifî: ‘’Dema rêkeftina stratejîk hat îmzekirin, PDK û YNK bi hev re ji sedî 85’ê dengê xelkê bidestxistin, lê niha ji sedî 56 derbas nabe, loma çênabe partiyên din û hevwelatiyên serbixwe bên piştguhxistin.’‘

Derheqa kêmbûna kursiyên YNK’ê de jî Berhem Salih nerînên xwe wiha anîn ziman: ‘’Ez li dijî wan axaftina me ku dibên kêmbûna kursiyên YNK’ê ne girîng e û tu tesîra wê nîne, berevajiya wê gelekî tesîrê dike. Ji aliyekî din ve civaka Kurdî civakeke ciwan e, zêdeyî ji sedî 70’ê yê wê ciwan in û di jêr 30 salî de ne, loma çênabe bi heman slogan û kesên berê danûstandin ligel vê rastiyê were kirin.’‘

Dr. Berhem Salih ew îdîa jî red kirin ku dest ji karê siyasî berde û derbarê wan axaftinên ku tên kirin qaşo cihê Mam Celal digire û dibe Sekreterê Giştî yê YNK’ê Salih got: ‘’Tu axaftina li ser vê mijarê nehatine kirin, em li benda kongreya YNK’ê ne ku destpêka sala dahatû tê lidarxistin.’‘ Bas