Serrûpel Nûçe Kurdek bû wezîrê Malî û Aboriyê di Hikûmeta Demkî de

Kurdek bû wezîrê Malî û Aboriyê di Hikûmeta Demkî de

Belav bike
Piştî civîn û gotûbêjeke 3 rojî hikûmet li Istanbolê hate avakirin û Encumena Niştimanî ya Kurd jî bi fermî beşdarî Itîlafê bû.

Îbrahîm Mîro ji Heseke ye, di sala 1978 de ji dayîk bû ye, aborînas e, li Hollanda dijî.
Wî xwendina xwe ya aboriyê li Amsterdam qedandiye û 6 salan di banka navendî ya Amsterdam de weke rawêjkar kar kiriye.

Ew kurdî, hollandî, inglîzî û erebî dizane.

Her wiha ew endamê kutleya kurdî ye di Meclîsa Netewî ya Sûriyê de.

AVESTA KURD

.