Navenda Lêkolînên Aştiya Rojhilata Navîn a Navnetewî (IMPR), li ser pirsgirêka kurd îro (9 Mijdar) li paytexta Tirkiyê Enqereyê bi navê “Li Rojhilata Navîn Hişmendiya Komên Kurdan a derbarê pirsgirêka kurdan de û pêşniyarên çareseriyê” konferansekê lidar dixe.
Ji bo konferansa ku dê li Otêla Marrîot bê lidarxistin û 2 rojan dom bike, nûnerên gelek partî û rêxistinê kurdan ên li Rojhilat, Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatin vexwendin. Di vexwendnameya konferansê tê gotin ku armanca konferansê ew e ku bê fêmkirin ka kurdên li Rojhilat, Başûr û Rojavayê Kurdistanê pirsgirêka kurd a li Bakûrê Kurdistanê çawa fêm dikin, fikir û hestên wan çawa teşe girtine û bendewarî çine.
Ji bo konferansê li Rojavayê Kurdistanê jî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hate vexwendin. Li ser vê yekê Şêwirmendê Hevserokên PYD’ê Sîhanok Dîbo û Endama Komîteya Dîplomasiyê ya PYD’ê Mekiye Hiso ji bo ku tevlî konferansê bibin, duh xwestin di Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê re debasî Bakûr bibin. Lê rayedarên Tirk bêyî ku hincetekê nîşan bidin, destûr neda ku Dîbo û Hiso derbas bibin.
Nûnerên PYD’ê ku saet ji 09.00’ê sibehê heta saet 19.00’ê êvarê li ser sînor hatin rawestandin, li gel hewldanên organîzatorên konferansê jî nekarîn derbasî Bakûr bibin.
Nûnerê PYD’ê Sihanok Dîbo ku li dijî vê helwestê nerazîbûn nîşan da, diyar kir di demeke ku li Tirkiyê û Rojhilata Navîn aştî tê axaftin de ev helwesta Tirkiyê xizmeta pêvajoyê nake û nîşan dide ku Tirkiye di mijara aştiyê cidî nîn e. Dîbo, anî ziman ku ev helwest berdewama zîhniyeta ku di navbera mirovan de diwaran ava dike ye û destnîşan kir ku tenê gotin aştiyê nayîne, lewre Tirkiye bi vê yekê dijberiya aştiyê û wekheviyê dike.