Serrûpel Nûçe “Barzanî ji bo piştgiriya pêvajoya aştiyê tê Amedê“

“Barzanî ji bo piştgiriya pêvajoya aştiyê tê Amedê“

Belav bike

Leyla Zana Parlementera Serbixweya Amedê di derbarê serdana Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya bajarê Amedê gelek girînge û wê piştgiriya pêvajoya aştî û çareseriya kêşeya Kurd ya Tirkiyê bike û divê kesek bi çavekî veberhênana hilbijartinê temaşa vê serdanê neke.

Zana serdana Mesûd Barzanî ya Amedê nirxand da zanîn ku ev serdan dîrokiye û bi wateye û gelek bi nirxe û got: “Ez hêvîdarim wê piştgiriya pêvajoya çareseriyê bike. Divê kesek bi hesabên biçûk nêzîkî vê serdanê nebe. Kurd divê li gel hevdû hevrikiyê nekin, hevdû nas bikin û li gel hevdû yekbin, em li pêvajoyeke wiha dane. Eve peyameke ji bo her kesekî. Nêrîna her kesekî dikare ji hevdû cûda bibe lê belê eger em bibêjin demokrasî, divê di serî de her kes ji xwe ve destpê bike. Divê kesek bi çavekî vebêrhênana hilbijartinê temaşa vê serdanê neke. Ya girîng eweye pêvajo berdewam bike. Wê her kes ji vir bi awayeke serketî derkeve. Kesek ji vê yekê wenda nake. Divê em hemû pêkve silavê li vê serdanê bikin. rojevakurd

Leyla Zana Parlementera Serbixweya Amedê di derbarê serdana Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya bajarê Amedê gelek girînge û wê piştgiriya pêvajoya aştî û çareseriya kêşeya Kurd ya Tirkiyê bike û divê kesek bi çavekî veberhênana hilbijartinê temaşa vê serdanê neke.

Leyla Zana Parlementera Serbixweya Amedê di derbarê serdana Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya bajarê Amedê gelek girînge û wê piştgiriya pêvajoya aştî û çareseriya kêşeya Kurd ya Tirkiyê bike û divê kesek bi çavekî veberhênana hilbijartinê temaşa vê serdanê neke.

Zana serdana Mesûd Barzanî ya Amedê nirxand da zanîn ku ev serdan dîrokiye û bi wateye û gelek bi nirxe û got: “Ez hêvîdarim wê piştgiriya pêvajoya çareseriyê bike. Divê kesek bi hesabên biçûk nêzîkî vê serdanê nebe. Kurd divê li gel hevdû hevrikiyê nekin, hevdû nas bikin û li gel hevdû yekbin, em li pêvajoyeke wiha dane. Eve peyameke ji bo her kesekî. Nêrîna her kesekî dikare ji hevdû cûda bibe lê belê eger em bibêjin demokrasî, divê di serî de her kes ji xwe ve destpê bike. Divê kesek bi çavekî vebêrhênana hilbijartinê temaşa vê serdanê neke. Ya girîng eweye pêvajo berdewam bike. Wê her kes ji vir bi awayeke serketî derkeve. Kesek ji vê yekê wenda nake. Divê em hemû pêkve silavê li vê serdanê bikin.

Her wiha Leyla Zana derbarê hatina Şivan Perwer jî got: Eve nîşana wê yekê ye ku politikaya mişextiyê ya 30 salî êdî riziyaye. Ez hêvîdarim eve bibe destpêkek û rêya wan hemû kesên li mişextiyê de dijîn veke. Şivan Perwer û Ibrahîm Tatlises pêkve wê bi hunera xwe ve piştgiriya pêvajoyê bikin.

– See more at: http://rojevakurd.com/politik/14520-Zana-Barzan-pitgiriya-pvajoya-atiy-Amed.html#sthash.IEXIBexY.dpuf