Barzanî di daxwiyaniya xwe de ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, balê dikşîne ser wê yekê ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê yekalî tevdigere û rêkeftinnameya Hewlêrê jî paşguh xistiye.
Barzanî wiha dibêje: ‘’Mixabin aliyê PYD’ê, amade nebû pêbendê rêkeftina Hewlêrê be, hemû aliyên din dan aliyekî û hewl da bi zora çekan û rêkeftinên nehênî ligel rejîmê xwe bike emrê waqi’î yê leşkerî. Belê li Rojava şeroşek heye, lê kîjan şoreş û li dijî kê? Tenê rejîmê navçeyên wan radestî wan kirine.’‘
Teksta daxwiyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wiha ye:
Cemawerê serbilind ê Kurdistanê
Piştî bûyerên Sûriyê em di wê baweriyê de bûn ku derfeteke gelekî baş bo gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê çêbûye daku piştî dehan sal înkar û bêbeşbûn ji mafê hevwelatîbûnê dawî li wê zilm û nexweşiyê were û mafên gelê Kurd li wî beşê Kurdistanê bê misogerkirin. Li ser rewşa Rojava û rola herêmê gelek daxwiyaniyên cuda cuda û nerast hatine dayîn, hinek aliyan jî dest bi bazirganîkirina van babetan kirine û ji meseleya girtina sînor dest pê kirin. Evna di demekê de bû ku hîç wextekî sînor ji bo hevkarî û karûbarên însanî nehatibû girtin û nayê girtin jî. Raste gelek têbîniyên me li ser siyaset û reftarên PYD’ê hene lê li gor me ya herî baş em li yekdengiya Kurdî vegerin, ji ber şêwazê yekalî ne fêdê dighîne wan û ne jî gelê Kurd. Ji bo rastî xwiya bin û cemawerê Kurdistanê jê agahdar be me pêwist dît rastî bikevin ber destê xelkê Kurdistanê. Mebesta min jî dilsozî û peroşî ye bo paşeroja xwîş û birayên me li Rojava û dîtina çareseriyekê bo rewşa niha ya Rojava daku ji vêna xirabtir nebe.
Her ji destpêkê ve me gelekî hewl da hemû şiyanên siyasî û dhiplomatîk ên herêmê ji bo hevkarîkirina xwîşk û birayên xwe yên li Rojava bikarbînin û sûd ji wê derfetê were wergirtin ku bo gelê Kurd hatiye pêş. Di 28.11.2011’ê de ez bi şexsê xwe beşdarî civîna aliyên Kurdî yên Sûriyê bûm û min ji wan re got; hun birayên me ne û em amade ne hevkariya we bikin bi şertekî ku hun bi hev re bin û her biryarekê bidin piştgiriya we dikin çi li beramberî rejîmê û çi li beramberî mixalefetê.
Gelê Kurd di milmilaneya navbera rejîm û mixalefetê de bêalî bû û tenê divabû hewl bidin mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bidest bixin. Ne rejîm û ne mixalefet tu bersiveke wan a pozîtîf derbarê mafên Kurdan de nebû. Loma divabû hemû aliyên Kurdî hevbigirin û bibin xwediyê gotareke siyasî ya yekgirtî. Piştre di 11.07.2012’ê de Desteya Bilind a Kurdî li gor rêkeftinnameya Hewlêrê hat damezrandin daku ji bo niha û paşeroja Sûriyê gotareke siyasî ya hevbeş a gelê Kurd hebe. Lê mixabin PYD’ê ligel ku sûd ji rêkeftinnameya Hewlêrê wergirt amade nebû pêbendî be, hemû alî dan aliyekî û hewl da bi zora çekan û rêkeftinên nehênî ligel rejîmê xwe bike emrê waqi’î yê leşkerî. Belê li Rojava şeroşek anîne pêş, lê kîjan şoreş û li dijî kê? Tenê rejîmê navçeyên wan radestî wan kirine.
Ya rast ev karê PYD’ê eger bibûya sedema destkefteke neteweyî çav jêre dihat girtin lê tişta qewimiye ew e ku PYD dest daniye ser Rojava û evna jî bi sûdwergirtina ji rêkeftina Hewlêrê û hevkarîkirina rejîmê ku leyistikeke metirsîdar e bo çarenivîsa gelê me li Rojava. PYD her bi desteserkirinê ranewestiye lê dest bi kuştin û girtina endamên partiyên din jî kir.
Ez li beramber paşeroja Rojavayê Kurdistanê nîgeran im û ew tirs heye ku ev derfeta zêrîn ji dest Kurdan biçe. Ji ber rejîmê wet îtiraf bi mafê gelê Kurd nekiriye li beramber wê hevkariya PYD’ê ku pêşkêşî rejîmê kiriye û aliyê mixalefetê jî Kurdan wek beşek ji rejîmê hesab dikin û evna jî di dahatû de pirsgirêkeke mezin bo gelê me çêdike. Her ji destpêka bûyerên Sûriyê ve biryar bû Kurd xwe tevlî şer nekin û eger êrîş hate ser Kurdan xwe biparêzin. Lê PYD’ê gelê me xiste nav şerekî ku ne şerê Kurd bû û ne di berjewendiya Kurdan de bû. Ew şer bû sedema koçberbûna bi dehan hezar hevwelatiyên Kurd ên Rojava. Ew li dijî hevdengiya neteweyî rawestiyan û herwiha Ala Kurdistanê jî li Rojava qedexe kirin. Di çend rojên borî de PYD’ê yekalî îdareya xwe li Rojava ragehandiye û evna jî biryareke yekalî ya eşkere û paşguhxistina partiyên din ên Kurdî ye. Em li ser helwêsta xwe berdewam in û tenê piştgiriyê li wan pêngavan dikin ku hemû alî bi hev re biryarê li ser bidin û danûstandinê ligel biryarên yekalî nekin.
Hêvîdar im guhertin di paşerojê de di berjewendiya gelê Kurd de bin û şîreta min bo hemû aliyên Kurdî û PYD’ê jî ew e ku di berjewendiya gelê me de bi hev re bin û li prensîbên rêkeftina Hewlêrê vegerin. Bêguman evna baştirîn rê ye û di hemû rewşekê de pêgeha Kurdan li Sûriyê bihêztir dike û emê jî bi hemû şiyana xwe piştgiriya wan bikin. Hemû alî ji bo me wek hev in û xwîşk û birayên me ne. Em dixwazin bighin mafên xwe û ew bi xwe xwediyê biryara xwe bin. Eger PYD li ser vê rêya xwe berdewam be û pişta xwe bide xwîşk û birayên xwe bi tenê nikare rûbirûyê metirsiyan bibe û çarenivîsa Kurdan jî dikeve jêr gefeke cidî. Eger hemû alî li rêkeftinnameya Hewlêrê venegerin wê demê tu wateyeke Desteya Bilind jî namîne û PYD bi xwe dibe perpirsyarê jidestdana derfeta dîrokî.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
14.11.2013