Serrûpel Nûçe Barzanî bi kincên kurdî gihişte Amedê

Barzanî bi kincên kurdî gihişte Amedê

Belav bike
Barzanî bi serdaneke fermî gihişte Amedê, ew bi şêweyekî fermî ji aliyê serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ve ji bo Amedê hatiye vexwendin.

Barzanî ne bi balafirê, lê belê ew di deriyê Îbrahîm Xelîl re derbasî bakur bû.

Îro derdora seet 07.10, serokê Kurd tevlî konvoyeke ji 20 otomobîlan di sînor re derbasî Silopî bû. Ligel Barzanî Şivan Perwer jî hebû.

Parlamenterên Kurd û waliyê Şirnexê pêşwaziya Barzanî kirin û bi kurdî bi xêrhatina wî kirin.

Her wiha xelkê bakurê Kurdistanê li ser sînor bi alên Kurd û bi posterên mezin bi slogana Serok tu bi xêr hatî pêşwaziya Barzanî kirin.

Hunermend Şivan Perwer jî bi serok Barzanî re diçe Amedê.

Berî 21 salan Barzanî ji bo Amedê hatibû vexwendin, lê vê carê serdana Barzanî ne weke ya berî 21 salane, vê carê ew weke serokdewlet tê vexwendin û wê weke serokekî Kurd hem ji aliyê Kurdan ve hem jî ji aliyê dewleta Tirk ve were pêşwazîkirin…

Barzanî û şanda ligel bi riya bejî gihiûte Amedê.

AVESTA KURD