Serrûpel Nûçe Divê Diyarbekir Bibe Karnavala Kurdan

Divê Diyarbekir Bibe Karnavala Kurdan

Belav bike


 


PKK û BDP di îmtîhaneke netewî re derbas dibin:

Gelo wê bikaribin nêrînên partîtiyê derbas bikin û di çarçova netewî de hereket bikin?

Gelo wê îsbat bikin ku ew partiyên siyasiyên gihayî ne?

Gelo wê bikaribin bi sedan dahol û zirne, bi deh hezaran zarok ciwan û jinan bi cilûberg û bi alên kurdî daxînin kolanan û govenda netewî li dar bixînin?

Gelo wê bikaribin hestên kurdên her çar perçeyan bi hev re bikelînin?

Gelo wê bikaribin derseke biratiyê û netewîtiyê bidin nijadperest û xêrnexwazan?

 

Ger wusa hereket bikin, wê hêstirên kêfxweşiyê ji çavên her kurdekî/kurdekê biherikînin.

Ev serdan ne kelemeke li pêşiya pêvajoya aşîtiyê weke gelek dibêjin, ew dibe zextek liser birêz Erdogan û hukûmeta wî ku gavên berçav bavêjin. Bi vê yekê Erdogan dide nîşandan ku ew statûya li Başûrê Kurdistanê dipejirîne. Wê demê xelkê ji Erdogan nepirsin; gelo çima heman statûyê ji kurdên xwe re pêk nayînî?

Tê gotin ku Erdogan vê yekê ji bo hilbijartinan dike. Baş e, ger niyeta wî ev be jî, hûn dikarin sûdê ji vê yekê bigirin, bi sed hezaran daxînin meydanan û bikin di xizmeta karûbarên xwe de. Bihêlin serokê belediyê birêz Osman Baydemir, birêz Ahmet Türk, birêz Leyla Zana tev liser dikê di kêleka birêz Barzanî û birêz Şivan de cî bigirin û bibin xwediyê malê û bi vê yekê bihêlin serok wezîr bibe mêvan.

Çavên dostan û dijminan jî li vê bûyerê ne; dost li benda govendeke netewî ne, dijmin û nexêrxwaz li benda tevlîheviyê ne

Nehêlin ev yek bibe sedema ku Şivan strana „hawar ey hawar min û li halê nezanan“ bêje, bila ew strana „hele werin vê govendê, destê hev bigirin tev de“ bêje.

Di futbolê de jî wusa ye; gava fersend ketin destê te û te gol nekir, dibe ku tu golan bixwî û binbikevî.