Serrûpel Nûçe BDP’yî qasî AKPyiyan rêz li Barzani nagirin

BDP’yî qasî AKPyiyan rêz li Barzani nagirin

Belav bike

  Wan û Radikalê û HDPyan mil daye hev da serdana Diyarbekirê û rola Barzani piçûk bixin, bêtesîr bihêlin. Nûçeyên medyayê rast bin, di demekê de ku Barzani xeber rêkiriye, gotiye ew dixwaze serdana şarederiya Diyarbekirê bike, li gel heyetên cuda ên kurdan bicive, komîserên li ser serê BDP-ê û şarederiyê yên tayinkirî ji bo kontrolkirina kurdan, amadeyiyên protestokirina Barzani dikin.

Kesên maqûlnaskirî yên wek Ahmed Türk, weka ku qet wan hay ji têkoşîna sedsalan ya Barzaniyan a ji bo gelê Kurd, tecrube û têkoşînên wan û mewqifê neteweyî yê herheyî yê serokê take dewleta Kurd Mesûd Barzanî nebe, ew gumanê dixin ser rola wî û serdana wî ya Diyarbekirê, rê li ber devê bêdoxîn ê xêrnexwazên nav BDPê û dervayê wê vedikin.

Bi sedan caran îsbat buye ku Barzani ji roja ku taqeta wî têrê kiriye ew li gel kîjan hukumeta serdestê kurdan hevdîtin an hevkariyan bike jî wî rê nedaye ku ev kar têkeve qalibê dijî berjewendiyên Kurdên wî perçeyî. Ji 20 salan zêdetir e ku Qendîl û deverên ser hidûdê bakur-başûr ên diviya di bin serweriya Hukumeta Herêma Kurdistanê de bin, Kurdên başûr razî ne ku di bin kontrola PKK/KCKê de bimînin. Hetta ku ji wan tê alîkariyê jî didin. Di hin demên çuyî de ku PKKyiyan dijîtiyên dijwar li hember wan dikirin jî wan tehamula dagirkerî û operasyonên dewleta tirk ên nav axa xwe dikir ku bi bahaneya xwedêgiravî li dijî terora PKK-ê dihatin. Esas BDPyiyên gênc ên ku nizanin bira zanibin, yên ku cara pêşîn di 1983’yê de gerîllayên PKK-ê hildan ser milên xwe û birin li çiyayên Kurdistanê bicihkirin Barzanî û PDK ne.

Barzani û hukumeta Herêmê bi hevkarî û koordîneya li gel PKK-ê (tu carî ne bê hay û rizaya wan) li gel hukumeta Tirkiyeyê li riyên çareseriya pirsgirêka kurd digerin, pêşniyaran dibin, tawsiyeyan dikin. Kongreya Neteweyî ya ku ê biciviya jî di esasî de, di dereceya yekê de, ji bo wê dibû ku şerî’yetekê bide çareserî û aştiya navbera dewleta tirk û PKK-ê. Armanca serekî ya Kongreyê ew bû ku bêje Kurd neteweyek in, wek her milletî mafê wan e serbest û azad bijîn, li gel welatiyên dewletên ku ew lê dijîn bibin xwedan mafên wekhev, şiddeta dewletan a li hemberê gelê Kurd ne rewa ye û nikare rê li ber daxwaza serbestjiyana gelê kurd bigire; lê demeka wiha hatiye ku divê kurd jî mafên xwe, ne bi çek, bi riya siyasî û diyalogê bistînin. Li ser vî esasî, piştî lihevkirina Tirkan û PKK’ê ê bang li PKK-ê bihata kirin ku dawî li şerê çekdarî bîne, PKK-ê jî ê çek daniyana. Ev li ser daxwaza Öcalan, li ser lihevkirina Öcalan û dewletê bû. Lê yên ku pêvajoya çareseriyê rawestand, bi teklîf û israrên ’kevirên mezin ên neavêtinê’ Kongre jî xistin tengavê û paşeroja wê meçhûl kir.

Barzanî herdem gelek bi rêz pêşwazî li berpirsên PKK/BDPê kiriye, ew wek birayên ezîz mêvan kirine.

Lê PKKyiyan ji roja roj ve, dijminayetiya avabûna Dewleta Federe ya Herêma Kurdistanê, PDK’ê û Barzaniyan kiriye. Îddîayên ku li deverê İsraîleka duduyan ava dibe ne tenê yên ereba ne, yên serokê PKK-ê ên wextekê ne jî. Gava parlamento û hukumeta Kurdistanê avabû serokên PKK-ê mihawele kirin ku êrîş bibin, wan hilweşînin.

Yên ku Kurdên başûr, dezgeyên wan ên neteweyî, serokên wan bi eşîrtiyê, feodaliyê tohmetbar dikin PKKyî ne. Yên ku bi tezên Kemalîst kurdan li ser esasê alewîtî û şafiîtî-neqşîbendiyê –ku ji sedî 90ê kurda ne- ji hev dûr dixin, kurdên elewî li hember kurdên sunne-şafiî û neqşîbendî tûj dikin, li çiyan di meqam û dezgeyên xwe yên pêwandîdar li gel kurdên Başûr, li gel PDK-ê û Barzaniyan, bi teybetî alewî û tirkên nefretkir ji kurdên şafiî û neqşîbendî bicih dikin, ew in. Yên ku propagandayên heqaretwarî, kufur û piçûkxistinan di nav gerîllayan de, li nav komele û rêxistinên xwe yên gelêrî, li medyayên xwe, li dijî Barzanî berdewam dimaşînin û rê didin ku tirkên çep ên kemalîst di ajans û medyayên wan de, heroj rasterast an di nav rêzikan de, xeberan ji Barzanî û Başûr re bidin, ew in. Ka hela mehekê televizyon û rojnameyên PKKê temaşe bikin, bê bi navê xwedêgiravî dayikan, bi navê zehmetkêş û şoreşgêran çi gotinên bêedeb li hemberî Barzanî tên pêşkêşkirin. Hê hefteyekê bere, di meşeka BDP-ê de ya li Mersînê, pankartek vebû ku Barzanî bi terorîstên El Qaîde û El Nusra re kir yek û tehdîda ku ê wî di xwîna wî de bigevizînin belav bû. Ev hemû li ber çavên Ahmed Turk, Selahattin Demirtaş û berpirsên din dibin. Kengî? Wê dema ku Barzanî got, El Nusre û El Qaîde kurdên Rojava qetil bikin, ew bi vê razî nabin, lazim be ê midaxele bikin. Piştî vê bi çendekê terorîstên El Qaîdeyê li nîveka Hewlêrê êrîş bir ser navenda Asayişê, xwîn rijand.

Tevî vê jî Barzanî ku tê Diyarbekirê, dixwaze serdana şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemir bike, civînan li gel berpirs û serokên Kurdan lidarxe, lê BDPyî ji dêlva ku bi alayên Kurdistanê pêşwazîyê lê bikin, haziriyan dikin ê protesto bikin. El însaf!

BDPyiyên ku çavên wan bi hizibçîtî kor nebûbe û hay ji berjewendiyên stratejîk ên gelê kurd hebe, ê baş zanibin ku armanca sereke ya serdana Barzanî ne mimkin e ew be ku ew xwedêgiravî piştgiriyê bide AKPê da şarederiya Diyarbekirê ji BDPê bistîne. Yê ku vê bixwaze, ma daxwaza serdana şarederiya Diyarbekirê a bi serokatiya Baydemir dike?

Diyarbekir hê PKKyî û BDPyî tunebûn xwedan qîmeteka stratejîk a kurdan e û di tarîxê de weka paytexta hemû kurdan hatiye naskirin. Hê dê û bavên PKKyiyan ne li ser ruyê erdê bûn, bapîrên Barzanî li zîndanên Diyarbekirê ji dayik bûne. Barzanî zanin Diyarbekir çi ye!

Ev serdan di demeke wiha de dibe ku tifaqeke tîcarî-aborî û enerjîyê ya gelek mezin di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de buye, xetên gaz û petrola Kurdistanê tên Tirkiyeyê û di wir re ê derkevin bazara cîhanê. Hevkariya aborî û bazirganiya navbera herdu welatan ji 10 milyar dolaran buhuriye û berê xwe daye asta 20 milyar dolaran. Nêzîkbuna Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyeyê maneya wendabûna giringiya hidûdên navbera Bakur, Başûr û Rojava ye, Kurdên van hersê perçeyan dikarin di demeka gelek nêzîk de bê pasaport û vîze, bê gumrik herroj her saet bi ser hev de biçin bên, kar bikin, mal û waran bikirin li gel hev bijîn.

Wekî din, guhertinên vê dawiyê welê kiriye ku hukumeta navendî ya İraqê û Tirkiyeyê nêzî hev dibin, wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoğlu serdana Bexdayê û başûrê İraqê kir. Malikî ê di nêzîk de bê Anqerê, Erdoğan piştî wê ê biçe Bexdayê. Lazim e ku kurd hesabê van serdanan bikin û tedbîran bigirin da ew temelê ku li gel Tirkiyeyê hatiye avêtin hilneweşe.

Mesela Suriyeyê ketiye qonaxeka nuh a siyaseta navneteweyî; amadeyiyên Cenev2’yê hene. Tarîxa me îspata wê ye ku çiqas mesela Rojhilata Navîn ketiye qada navneteweyî û nav destên zilhêzan, kurdan darbeyên mezin xwarine.

KCK û PYD serî li wan mezin buye ku ê Rojava bi tena xwe têxin destên xwe û sîstema xwe ya KCK-ê li wir ava bikin. Ji bo vê, li gel rejima Esed, Malikî, İranê, Hizbullahê û Rusyayê, hetta li gel hukumeta Anqerê kar dikin, lê çima ku Barzanî dibêje ’bi tena xwe mekin, werin hemû kurdên Rojava dest bidin hev, bi hev re bikin,’ kîn û nefretê ji Barzanî û Hukumeta Herêmê dikin.

PYD ne li gel hukumeta Kurdistanê û partiyên kurdan, lê li gel rejima Beşar Esed tevdigere û di Cenevê de jî siyaseta kampa Esed-Ruhanî-Hizbullah û Rusyayê dimeşîne. Ev siyaset tehlîkeyeke stratejîk tîne ji bo kurdan ku kurdên Rojava-Bakur û Başur dûrî hev bikevin, hetta berê wan têkeve hev.

Serokê PKKê Abdullah Öcalan gava di Newroza derbasbûyî de behsa rawestandina şer kiribû behsa wê tifaqa stratejîk a navbera Tirkiyeyê û kurdan jî kiribû ku ev bi kêmasî rê li ber nêzîkbûna Kurdên bakur-başûr û Rojava vedike. Serokê Rêveberiya KCK-ê ê wê demê û fermandeyê HPG-ê yê nuha Murat Karayılan ji xwe ji ber wê gotibû ku her çendî PKK ji alî hêz û amadeyiyên çekdarî ve ji herdemê bêtir xurt e ku şerê orduya Tirk bike jî ji ber vê tespîta hakîmane a Öcalan şer rawestandiye û dest bi vekêşanê kiriye. Yanî şer ji bo wê hat rawestan da ew gav bên avêtin ku netîceya tifaqa stratejîk a Kurdan û Tirkiyeyê bide, Çimkî maneya wê bi hindiktirîn, koordinasyon û hevkariya sê perçeyên Kurdistanê û nêzîkbûna perçeyên çaran bû.

Hukumeta Ak partiye tevî ku gelek hêdî , gelek bêdil gavan davêje jî, di tarîxa Tirkiyeyê de take hukumet e ku baweriya wê bi qebûlkirin û naskirina kurdan û rola wan tê, baweriya wê bi tifaqa navbera Kurdan û Tirkiyeyê tê. Em çiqas jê ne razîbin, wê têrkir nebînin, hêviyên xwe yên esasî bi wê ve girênedin jî AKP û hukumeta wê ji bo kurdan li gor CHPê û nijadperestên tirk wek ’melaîketan’e. Ne lazim e melaîket be jî. Madem rasyonel difikire, madem berjewendiyên Tirkiyeyê, di qebûlkirin û hevkariya li gel kurdan de dibîne, divê em kurd vê ferqê bibînin û li gor wê gavan bavêjin. Em rast bêjin di her demên tarixê de misilmanên dîndar ên Tirkiyeyê, ji Îttîhad-Terakîst, Kemalîst, wesayetgêr û nasyonalîstên tirk qat bi qat birehmtir û qenctir bûne ji bo me kurdan.

Bifikirin ku CHP bi vê siyaseta xwe ya nuha ya ku li gel rejima Şamê her awe hevkariyê dike, li İraqê sîstema merkezî a hukumeta Bexdadê diparêze, destekê dide siyaseta Îranê a pan-şîî, alewîtiyê derdixe hemberî kurdan, li dijî paymanên hukumeta Kurdistanê ên li gel cîranan e, dixwaze her tişt bi rê û rizaya Bexdayê bimeşe, ev CHP bê ser hukum ê tifaqeka wiha di navbera Tirkiye, Suriye, Iraq û Îranê de ava bibe, siyaseteka mişterek a bi wî awayî serdest bibe ku Kurd li her çar perçeyan têkevin cendereya cehennemî. Gelek ji qezencên Herêma Kurdistanê, yên Rojava, yên Bakur ê ji dest biçin. Pêşketina CHPê bi vê siyaseta xwe ya nuha, xeterdîtina berjewendiyên stratejîk ên kurdan e. Kemalîstên çep ên ku BDPê HDP bi wan re danîye, hazirî tê kirin ku piştî hilbijartinên herêmî xwe di nav HDPê de bihelîne, ji CHPê jî xerabtir li dijî hevkariya Kurdistana Başûr a li gel Tirkiyeyê a di warê enerjiyê û aboriyê de ne. Ew projeyên kemalist ên rêlibergirtina destkeftiyên neteweyî ên kurda ne.

Yên ku ne zarok an xêrnexwaz bin, ka dikarin nirx û qezencên stratejîk ên hevkariya navbera Kurdan û Tirkiyeyê, seredan û civînên di vê riyê de, mihaweleyên avakirina Rojavayeke ne dijmina perçeyên din û hevkara Beşar Esed, Hizbullaha Libnanî, Malikî û rejima Îranê, li gel propagandayên ji bo bidestxistina şarederiya Diyarbekirê bidin ber hev û vê derxin pêş, bêjin ku Barzanî tê da Diyarbekirê têxe destê AKP-ê. Ne Barzanî tiştekî wiha dixwaze û dike, ne jî dengên hilbijêrên diyarbekirî di destê wî de ne.

Hêsan tê fahmkirin ku çima çep û rastên kemalîst û nîjadperestên tirk vê serdanê naxwazin, reş dikin, lê çawa bê fahmkirin ku BDP’yi çima wiha dikin?

PKK/KCK/BDPyî divê îdî dev ji vê dilreşî û dijmewqifiya xwe berdin. Em bidin ber hev; BDPyî ji xwe ji Barzanî hez nakin, lê qasî zerreya kurdên AKPyî rêz jî lê nagirin. Kurdên dervayî dendika polayîn a nav sîstema KCK-ê û komîserên nav wê û BDPê; hemû, tevî partiyên xwe, AKP-yi, Nûrcî, Fethullah Xoceyî, demokrat û lîberalên xwe ji Barzanî hez dikin, rêzê lê digirin, qîmeta destkeftiyên başûr û maneya hevkariyên stratejîk ên enerjiyê û aboriyê ên navbera Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê dizanin. Lê ji bo ku dengê dijminayetiyê pirtir dertê li gor ajandeyeka dûrî berjewendiyên kurdan, bi saya tengbîniya nav BDP-ê û medyaya KCK-ê a ku ketiye nav destên wê dendika polayîn û komîseran, manîpulasyon û dezînformasyoneka bêînsaf tê meşandin; mil bi milê kemalîstan; nasyonalîstên tirk ên rast û çep.