Serrûpel Nûçe TRT gotina Erdogan “Kurdistan“ sansur kir

TRT gotina Erdogan “Kurdistan“ sansur kir

Belav bike

Bikaranîna gotina Kurdistan li zora gelekan çû û ji ber wê yekê Erdogan bi tundî rexne kirin, bi taybet aliyên tundrew yên miletperest.

Lê tiştê balkêş ew ku TRT dema ku axaftina Erdogan zindî dida, şûna gotina Kurdistan (KJ) bi kar anî.

Dema ku Erdogan got, Ez Birayên xwe yên Kurdistana Iraqê silav dikim, TRT wiha guhert, “herêma Kurd ya Iraqê”

Bi vî awahî gotina Kurdistan rastî sansura TRT hat.

AVESTA KURD