Piştî civîna herdû şandan Neçîrvan Barzanî û Dr. Berhem Salih civîneke çapemeniyê lidarxistin. Di press konferansê de namzetê PDK’ê bo pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ragehand ku hîç aliyekî piştguh naxin.
Derbarê meseleya parêzgarê Silêmaniyê de jî Nêçîrvan Barzanî wiha axifî: ‘’Di vê meselê de em ne ligel hîç guhertinekê ne. Me biryar daye ku dema hilbijartina encûmena parêzgehan di 30.04.2014’ê de were kirin û wê demê hemû tiştek yekalî dibe.’‘
Dr. Berhem Salih jî da zanîn ku di civênê de qala pêkanîna kabîneya nû kirine û got: ‘’Me ji şanda PDK’ê re got ku em dê wek YNK’ê bi awayekî aktîf û rasteqîne beşdarî kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin.’‘
Berhem Salih tekez kir ku ew pêbendê rêkeftina stratejîk a navbera PDK û YNK’ê ne û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Bi wê rêkeftin û hevpeymaniyê gelek destkeft bo gelê Kurdistanê hatine bidestxistin.’‘ BAS