Nasnavê wî Baba Tahirê Uryan bû yê ku tê wateya Baba Tahirê Xwas. Ev nasnav nîşan û pajoya derwêşbûna wî ye.
Jiyan
Gelek agahdariyên li ser jiyana Baba Tahir negihiştine destê me û em bi ronakî nizanin ku bajarê ku wî di tê de ji dayik bûye kîjane (ango Baba Tahir gelê kîj bajarê Kurdistanê bû). Guman dibe girtûperê (derdorê) 1100 salan berê niha hatbûye cîhan.
Di nasnavê wî de Baba nîşana yarisanîtî ye. Çimku yarisanan ji mestirên xwe yên ayînî re dibêjin Baba, Bawa yan Pîr. Hindek serçaveyan dibêjin Serencam Name (pertûka ayînî ya yarisanan bi destê Baba Tahir hatiye nivîsîn. Baba Tahir bi salan li Hemedanê de dijî û mala wî ya herî dawî, ango gorgeha wî, di meydanek (bi navê Meydana Baba Tahir) de li bakûrê bajarê Hemedan e
Helbestvanî
Helbest û honraweyên Baba Tahir bêtir çarîne ne û wek stiranan dihat bi kar anîn. Îroje rojhelatzanan van helbestan girê didine pehlewîkan. Bedaxewe heta îroj helbestên vî yên bi kurdî wek helbestên bi farsî, lûrî yan têkilek ji farsî, lûrî û kurdî hatine naskirin. Bellam bi rastî ev ne rast e çimku heta niha gelek helbestvan û hozanên kurd, azerî, gîlek, mazenî û hwd., bûne ku bi zimanê fars helbestvanî kirine lêbelê heta niha hetan yek helbestvanê Fars jî nebûye ku helbest û honraweyên xwe têkil kurdî bike yan hetan bi kurdî honrawe bibêje.
Heger em ji dîmeneke rasteqîn û resen binêrin em dikarin bi vê rasteqînê ve bigihêjin encamek ku Baba Tahirê Xwas tenê hozan kurd bû ku heger dixwast bi farsî honrawe bibêje, honraweyên xwe têkil kurdî dikir! (wikipedia)