Serrûpel Nûçe Abdullah Ocalan ji serdana Barzanî razî bû

Abdullah Ocalan ji serdana Barzanî razî bû

Belav bike
AVESTA KURD – Yek ji serkirdeyên PKK yên berê û birayê serokê PKK Abdullah Ocalan, got, Dibû ku Barzanî ew bi xwe re bibirama Amedê.

Osman Ocalan got, serdana Barzanî ji bo Amedê, haya Abdullah Ocalan ji wê hebû û li gor ittîfaqeke ligel wî ew serdan çêbû, eger Abdullah Ocalan ne ligel wê serdanê ba, wê PKK bi tundî li dij derketiba. Raste ne bi dilê PYD bû, lê ew li dij derneket û pêşwaziya serdana Barzanî jî kir.

Osman Ocalan di hevpeyvîneke xwe de ligel Awêne got, armanca Barzanî ji wê serdanê piştgiriya pêvajoya aştiyê bû, ne ew bû ku Barzanî cihê Apo bigire.

Osman Ocalan got, bi qasî ku xebera min jê heye, ew serdan bi xebera Abdullah Ocalan çêbû û ew ne li dijî wê serdanê bû, û ew serdan di berjewendiya Kurdan de bû.

Osman Ocalan ku niha li başûrê Kurdistanê li Koyê dimîne berdewam kir û got, “Ez amade bûm bi Barzanî re biçûma Amedê û min rola xwe di pêvajoya aştiyê de lîstiba. Pêwîst bû di nava wê delegasyonê de kesekî weke min jî heba, hem birayê serok Apo me, hem jî min salên dûr û dirêj têkoşîn kiriye, dixwazim rola xwe di pêvajoya aştiyê de bibînim, min berî 2 salan got dixwazim vegerim ser axa xwe, niha jî dibîjim dixwazim vegerim…”  

AVESTA KURD