Serrûpel Nûçe “Ji xeynî YPG tu hêzeke din nayê qebûlkirin“

“Ji xeynî YPG tu hêzeke din nayê qebûlkirin“

Belav bike

Hevserokê PYDê Salih Mislim, di hevpeyvînekê de digel rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka, li ser rêkeftina ku par havînê û bi navbeyinkariya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di navbera partiyên Rojava de hatibû îmzekirin, kir û diyar kir ku daxuyaniyên ku dibêijn PYDê rêkeftina han binpê kiriye, rast nînin ji ber ku PYD ji destpêka rêkeftinê ve heta niha tiştek li dijî rêkeftinê nekiriye û li gorî rêkeftinê tevdigere.

Salih Mislim behsa pêkanîna Desteya Bilind a Kurd jî kir ku piştî Rêkeftina Hewlêrê, li Qamişlo hat avakirin û ragihand, eger di karûbarên Desteya Bilind de kêmasiyeke hebe ew jî ji partî û saziyên endamên ENKSê çavkanî digire û wiha got: “Ji ber ku em wek EGRK me erkên xwe pêk anîne.”

Hevserokê PYDê da zanîn ku piştî vekişîna hêzên rêjîma Sûriyê ji deverên kurdî, ENKSê xwest beşek ji cihên ku ketine destê gel û YPGê, radestî wan bê kirin û wiha anî ziman: “Ji me xwestin ku ew tişt û nirx û çekên ku ketine destê YPG û gel, bi wan re were parvekirin. Dema ev daxwaziyên wan nehat qebûlkirin vêca astengî derxistin.”

Salih Mislim, diyar kir ku ENKSê heta demek dirêj jî nekarî endamên komîteyên Desteya Bilind a Kurd destnîşan bike ji ber vê jî bi rêya partiya nêzîkî PDKê, El Partî, daxwaza pêkanîna hêzeke çekdarî ya jibilî YPGê li Rojavayê Kurdistanê kir lê ev yek ji aliyê Desteya Bilind ve nehat qebûlkirin.

Li gorî Salih Mislim, di Rêkeftina Hewlêrê de tenê YPGê wek hêza çekdarî ya Rojavayê Kurdistanê hatiye qebûlkirin û jibilî vê hêzê rê nade hêzeke din a çekdarî, ji ber ku hebûna du hêzên çekdarî dê bibe sedema derketina şerê birakujiyê.

Mislim, her wiha anî ziman ku di destpêkê de helwesta PDKê li hember Rojavayê Kurdistanê baş bû û dixwestin alîkarî bidin û gellek caran malovaniya civînên girîng kirin lê vê dawiyê xwestin şoreşa Rojava bixin bin çavdêriya xwe lê ev yek nehat qebûlkirin.

Hevserokê PYDê behsa ragihandina rêveberiya demkî jî kir û eşkere kir ku biryara rêveberiya demkî ji aliyê ENKS û EGRKê ve hat dayîn lê paşê ENKS û partiyên endamên wê ji vê yekê poşman bûn.

Derheqê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Amedê de jî Salih Mislim îdia kir ku Barzanî û Erdogan li Amedê “li dijî Rojava” tifaq kirin lê ev tifaqên wiha ti karîgeriyekê li ser îradeya gel nake.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di daxuyaniyên xwe yên herî dawî de bi tundî rexne li PYDê girtibûn û gotibû: “PYD rêkeftina Hewlêrê binpê kiriye û partiyên din jî piştguh xistiye.” Rûdaw

Hevserokê PYDê Salih Mislim, îdia kir ku ji ber ku partiyên Rojava yên nêzîkî PDK ji wan “nîvê destkeftên aborî” û pêkanîna hêzeke çekdarî ya din xwestine û wan jî ev daxwazî red kirine, lewma PDK û partiyên nêzîkî wê ji Rojava hêrs bûne. Mislim her wiha diyar kir ku ew li gorî “Rêkeftina Hewlêrê” tevdigerin.

Hevserokê PYDê Salih Mislim, di hevpeyvînekê de digel rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka, li ser rêkeftina ku par havînê û bi navbeyinkariya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di navbera partiyên Rojava de hatibû îmzekirin, kir û diyar kir ku daxuyaniyên ku dibêijn PYDê rêkeftina han binpê kiriye, rast nînin ji ber ku PYD ji destpêka rêkeftinê ve heta niha tiştek li dijî rêkeftinê nekiriye û li gorî rêkeftinê tevdigere.

Salih Mislim behsa pêkanîna Desteya Bilind a Kurd jî kir ku piştî Rêkeftina Hewlêrê, li Qamişlo hat avakirin û ragihand, eger di karûbarên Desteya Bilind de kêmasiyeke hebe ew jî ji partî û saziyên endamên ENKSê çavkanî digire û wiha got: “Ji ber ku em wek EGRK me erkên xwe pêk anîne.”

Hevserokê PYDê da zanîn ku piştî vekişîna hêzên rêjîma Sûriyê ji deverên kurdî, ENKSê xwest beşek ji cihên ku ketine destê gel û YPGê, radestî wan bê kirin û wiha anî ziman: “Ji me xwestin ku ew tişt û nirx û çekên ku ketine destê YPG û gel, bi wan re were parvekirin. Dema ev daxwaziyên wan nehat qebûlkirin vêca astengî derxistin.”

Salih Mislim, diyar kir ku ENKSê heta demek dirêj jî nekarî endamên komîteyên Desteya Bilind a Kurd destnîşan bike ji ber vê jî bi rêya partiya nêzîkî PDKê, El Partî, daxwaza pêkanîna hêzeke çekdarî ya jibilî YPGê li Rojavayê Kurdistanê kir lê ev yek ji aliyê Desteya Bilind ve nehat qebûlkirin.

Li gorî Salih Mislim, di Rêkeftina Hewlêrê de tenê YPGê wek hêza çekdarî ya Rojavayê Kurdistanê hatiye qebûlkirin û jibilî vê hêzê rê nade hêzeke din a çekdarî, ji ber ku hebûna du hêzên çekdarî dê bibe sedema derketina şerê birakujiyê.

Mislim, her wiha anî ziman ku di destpêkê de helwesta PDKê li hember Rojavayê Kurdistanê baş bû û dixwestin alîkarî bidin û gellek caran malovaniya civînên girîng kirin lê vê dawiyê xwestin şoreşa Rojava bixin bin çavdêriya xwe lê ev yek nehat qebûlkirin.

Hevserokê PYDê behsa ragihandina rêveberiya demkî jî kir û eşkere kir ku biryara rêveberiya demkî ji aliyê ENKS û EGRKê ve hat dayîn lê paşê ENKS û partiyên endamên wê ji vê yekê poşman bûn.

Derheqê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Amedê de jî Salih Mislim îdia kir ku Barzanî û Erdogan li Amedê “li dijî Rojava” tifaq kirin lê ev tifaqên wiha ti karîgeriyekê li ser îradeya gel nake. 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di daxuyaniyên xwe yên herî dawî de bi tundî rexne li PYDê girtibûn û gotibû: “PYD rêkeftina Hewlêrê binpê kiriye û partiyên din jî piştguh xistiye.”

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/191120136#sthash.QwO1LTAw.dpuf