Serrûpel Nûçe Serdana servegêrê aşitiyê ji bo Amedê çi dîrokek bû!

Serdana servegêrê aşitiyê ji bo Amedê çi dîrokek bû!

Belav bike

serdana serok  Barzanî ji bo bajarê kurdî yê dîrokî Amedê û pêşwazîkirina wî ya fermî ji layê serokwezîrê turkiya û ew coş û xiroşa ligel xwe durustkrî bi rastî jî girîng û dîrokî bû.

Paş şerê azadkirina ‘Îraqê û destpêkirina qunaxek nû li rojhelata navîn, hîviyên gelê kurd yên bidestxistina mafên xwe yên dîmukratî û azadiyê li her çwar parçeyan geşitir bûn, tevî vê jî buhara ‘Erebî û şerê roxandina rjêmên sertaserî yên zurdestên deverê delîvên kurdan ji bo gehandin bu mafên xwe yên rewa zêdetir kirin û roj broj pêgeyê kurdan bi gişitî û pêgeyê herêma kurdistanê xurtir û çalaktir bû. Partiya dad û geşepêdan bi serkêşiya Receb Teyb Erdogan ewê  pêşitir endamê parta Refah ya Îslamî ya turkî ku li sala 1999ê hatibû qedexekirin tevî prujên serkeftî û berhemdarên abûrî û xuşguzeraniya turkiya projên dîmukrasiyê (pêvajoya çareseriya dîmukrasî) li turkiya kire istiratîciya xwe û pêngavên biwêrek havêtin ji bo çareserkirineke aşitiyane û dîmukratîk ji bo kêşeya kurd li turkiya.

Belê wek serokê herêma kurdistanê berêz barizanî jî dgut:” kesê xêr ji bikarînana çekî nedît wşerê aşitiyê şerekê zure û drêje belê em nadeyin bidemjmêrek kuşitinê”, divêt hemû aliyên siyasî, civakî , rêkxistinên svîl û rewşenbîrên kurdan jî bsebr û tehemul bin û destên êkdû bigirin vê heleya mîjwîyi ji dest neden. çawa ku welatê turkiya yê ku nêzîkî sedeyekê kurd çewsandîn û nasinama take kesê kurd têkdayi û hewlên ji navbrin û serkutkirina siruşitê dîmugrafiya deverên bakurê kurdistanê krî û tenanet carekê jî danpêdan bihebuna netewekî binavê kurd yan erdek binavê kurdistan nekrbû boye jî berêz erdogan bijîrî serederyê lgel vê prsê dket û pêngav pêngav hewlên xwe dbete pêş weku çawa lseretaya pîvajuyê serbestkirina xutibeyên mzgeftan bzimanê kurdî û vegerandina navên dêrînên gund û bajarên kurdan destpê kir ku eve nejî tiştek bû beramber xebata kurdan belê kawdanên sedisalên burî yên welatê turkiya û sîstemê siyasî yê berî erdoganî û saziyên neteweperstên vî welatî û tenanet ne têgehişitina milletê turk bu kêşeya kurdan hêla ku ev pîvajuya dîmukrasî bijîrî û bşêwazên pêngav pênvag biçîte pêş. gehişitina kurdan bu nava perlemanê turkiya brêka partên kurdî û bidestxistina pustên serokên şaredarîyan yên deverên kurdî berhemê wêrekî û jîriya berêz edoganî bûn. jber hndê jî pêwîste delîve bo vê pîvajuya aşitiyê bihête dan û zemîne xuşkirin bu hebît bitaybet jlayê part û siyasetmedarên kurdan wêdî destê bratî û aşitiyê û lhevkirinê bu êkdû drêjkeyin.
 bihêzbûna pêgeyê herêma kurdistanê û kartêkirinên wê yên erênî ldeverê û hewlên xuşkirina peywendiyên bazirganî û alugordinê û rakêşana weberhênerên biyanî hêla ku senga herêma kurdistanê wek senga welatek serbixwe bît û bibîte yarîkerek serekî ldeverê. herêma kurdistanê evru buye êk ji serçaweyên herî giringêin wuzeyê , çawa dîcle û furat ko jêderên wan erdên kurdane dû rûbarên giring û mîjwîyi bûn bo şarstaniyetên dêrîn yên mirovî ldeverê , evro hêlên veguhastina wuzeyê jherêma kurdistanê bo turkiya û ewropa bwîne dîcle û furatên serdemî . receb teyb erdogan ku bendaziyarê aşitiyê lturkiya binavdken û birastî jî ji hejî ye, li herêma kurdistanê jî tevî geşbun û derketina kesatiya erdugan gencek çalak û bwêrek û jîr binavê Nêçîrvan Barzanî derkete gurepana avedanikirinê û bihêzkirina pêgeyê kurdî brêkên aşitiyane û desturî û herêma kurdistanê dana ser nexşeyê wuzê yê cîhanî û careka dî rêzgirtin bu take kesê kurd vegerand, boye jî kurdistanî (Nêçîrvan Barzanî) bendaziyarê avedanikirinê binavdken ku bi rastî jî ji hejî ye.

pêgeyê siyasî yê turkiya li rojhelata navîn û hewlên hikûmeta Partiya Dad û gGeşepêdanê yên serkeftî dbwarên werar û geşepêdana aburê û berfrehkirina bazarê turkiya û xuşguzeraniya gşitî dxizimeta çareserkirina kêşeya kurdan jî da ne , evro serkrdatiya turkan ya ku erdogan serkêşiya wê dket hnde jîre ko bzanît bêyi çareserkirina aşitiyane ya kêşa kurdan turkiya welatekê aburî yê bihêz nabît wxelkê wê baramî najît. bu hndê jî dbînîn ku sererayi hemû aluziyan pêngav pêngav vê pîvajuyê berev qunaẍên bilindtir dben û daxwazkirina serokê herêma kurdistanê bo bajêrê dîrokî amedê beriztirîn hewlên serxistina evê pîvajuyê ne.
gehişitina herdû serkrdên jîr lgel yek lpaytextê turkiya enqere ku êk endaziyarê aşitiyê ye û yê dî jî endaziyarê avedanikirinê ye briyareka dî ya jîrane dan ewjî avakirina preka aşitî û lhevkirinê dinavbera gelên kurd û turk bû ldeverê ko ev pre bitenê bihebuna kesatiya serok mes’ud barizanî msogerdbît boye jî ḧkumeta turkiya bidaxwaznamek fermî serok barizanî daxwazkre bajêrê amedê ko paytextê bakurê kurdistanê ye pêxemet gehandina peyama aşitî û dîmukrasiyê bu gelê turkiya û herwesa peyama lhevkirin û êkdestiyê û sebr û teḧemulê lser pîvajuya çareserkirina kêşa kurd bu gelê kurdan.
berî deh salan berêz erdogan bazadkirina xutibeyên mzgeftan bzimanê kurdî pîvajo destpêkrbû, ku cihê pêkenênê bû, belê lroja 16/11/2013 serokê herêma kurdistanê berêz mes’ud barizanî ku brêka dergehê îbrahîm xelîl dinav cergê kurdistana bakur da wtevî bilindkirina alayê kurdistanê û wênên serkêşê bzava rizgarîxwaza kurdî mela mustefa barizaniyê nemir lser cadan û rêkan gehişite diyarbekra dêrîn û peyama aşitî û bratiyê bzimanê kurdî yê şrîn gehande gelê kurd û tirkan.
 hewlên aşitiyane yên hemîşeyî yên serok barizanî û rolê wî yê diyar dpêkve jiyan û aramiya herêma kurdistanê da û despêşxeryên wî yên berdewam jbo çareserya kêşên siyasî l’îraqê û rênedan bo grjî û aloziyan dinavbera hêzên siyasî û leşkrî yên kurdan bitaybet lrojava kurdistanê û çona cenabê wî bo amedê diselmînin ko brastî serok barizanî servegêrê (mirc’) aşitiyê ye ldeverê.

gelê kurd biçavek prî hîvî temaşeyi wênên zndî yên wan rêwresmên herdû rojên amadebuna serok barizanî lamedê dkirin, boye jî pêwîste hêzên siyasî yên kurdan berjewendiyên tesk û ḧzbî bidanin aliyekî û mejî wdlên xwe biken êk pêxemet lhevkirin û serxistina prosa aşitiyê û sûd wergtinê ji vê hela dîrokî bo kurdan wêdî peyama şvan perwer û îbrahîm tatlîses :”megrî dayê megrî” bibîte rastî û çîtir gencên hejarên kurd nebine nêçîrên armancên reş û tariyê .