Serrûpel Nûçe Barzanî: Hemû alî dixwazin tevlî hikûmetê bibin!

Barzanî: Hemû alî dixwazin tevlî hikûmetê bibin!

Belav bike

Di kongreyeke rojnamevaniyê de, Serokê şanda danûstandinan a PDKê Nêçîrvan Barzanî û Emîrê Komela Îslamî Elî Bapîr behsa kitekitên civîna xwe kirin.
Nêçîrvan Barzanî û Elî Bapîr ragihandin ku civîna wan erênî bû û Emîrê Komel jî got “Em geşbînin ku emê bigihine encameke baş ji bo ku em tevlî hikûmetê bibin”.
Elî Bapîr aşkere kir ku aliyên opozîsyonê (Gorran, Komel û Yekgirtûya Îslamî) merc li ser hevdu nedanîne ji bo ku bi hev re tevlî hikûmetê bibin û got “Komela Îslamî negotiye ewê bêy Goran û Yekgirtû tevlî hikûmetê nabe”.
Elî Bapîr herwiha daxwaz kir ku hikûmeta nû hikûmeteke berfereh be.
Nêçîrvan Barzanî di kongreya rojnamevaniyê de got “Di serdanên me de, diyar bû ku hemû alî dixwazin tevlî hikûmetê bibin. Emê hewl bidin xalên hevpar ên programa hilbijartinan ên hemû aliyên serkeftî berhev bikin û hemûyan bikin programa çar salên bê yên hikûmetê”.
Derbarê wê yekê de ku şanda PDKê di destpêkê de serdana YNKê kiriye ku niha ew hêza sêyem e li Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî got “Serdana me ya yekê bo cem YNKê nayê wateya ku ajendayeke me ya taybet heye, em du partiyên hevpeymanin û hevpeymanî jî bi hejmara kursyan mamele digel nayê kirin”.
Biryar e, îro şanda danûstandinan a PDKê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serdana Tevgera Îslamî ya Kurdistanê jî bike. Rojava fm