Di hevpeyvînekê de bi rojnameya El Şerq El-Ewset re, Robert Ford got: “Nakokî di nav Kurdan bi xwe de jî hene û PYD gelek tişt tenê ji aliyê xwe ve kirine”.
Ford got: “’Em eşkere biaxifin, ev demeke ku PYD hevkariya rêjîma Sûriyê dike. PYD 4 çalakvanên mixalefetê jî girtine û teslîmî muxaberatên Sûriyê kirine…”
For berdewam kir û got: Xebera me ji wê yekê heye ku PYD bi rêjîmê re kar dike û alîkariya wê dike. Dema ku PYD goya dest danî ser dergehê Til Koçer (El Yerûbiye) balafirên hikûmeta Sûriyê beşdar bûn, PYD nûnertiya muxalefetê nake…”
AVESTA KURD