Serrûpel Nûçe Sandiqa Reş ya Talabanî bû

Sandiqa Reş ya Talabanî bû

Belav bike


Serwet Heme Reşîd ku wek sindoqa reş a Mam Celal dihat naskirin, gelek nehêniyên bi Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî ve girêdayî li balê bûn. Li gor wan zanyariyên ku ji çavkaniyên Silêmaniyê hatine bidestxistin, tu peywendiya vê bûyerê bi diziyê ve nîne û plan jêre hatiye danîn, di demekê de ku randevuya Serwet hebû saet şeşê sibehê biçe Elmanya û bûyer jî sê saet pêş randevuyê qewimî.

Bikuj bi awayekî ku berê plan hatiye danîn berî Serwet biçe Firokexaneya Silêmaniyê bi ser mala wî de digirin û bi demançeya bê deng sê fîşekan li serê wî didin û qewanên fîşekan jî bi xwe re birin. 

Li gor agahiyan, Hevsera Serwet Heme Reşîd daxwaz ji bikujan kiriye ku wî nekujin û ji bo vêna jî herçiqas pere û zêrên wan hene danîne ber destên wan, lê belê ew tenê ji bo kuştina hîmayeyê Talabanî hatibûn û bi bêdengkirina jina wî Serwet Hacî Reşîd kuştine.

Piştî çûna bikujan jî hevsera Serwet Hacî yekem telefon ji birayê xwe yê bi navê Umer re vekiriye û heta ew gehiştiye mala wan, hêzeke asayîşê bi navê lêpirsînê hevsera Serwet Heme bi xwe re birine û 5-6 saetan li asayîşê maye. Li gor agahiyan, mebesta kuştinê tenê wendakirina nehêniyên Mam Celal bûye ku Serwet wek sindoqa nehêniyên Talabanî dihat naskirin.

Lê derbarê bûyerê de Berdevkê Rêveberiya Polîsên Silêmaniyê Komîser Serkewt Ehmed di civîneke çapemeniyê de got: ‘’Ew herdu kes yekem car çûne odeya razanê û ji hevsera wî pirsîne ka pereyên we li ku ne, lê belê fîşek berdana Serwet Heme Reşîd û ew kuştine.’‘

Hêjayê gotinê ye Serwet Heme Reşîd sala 1971’ê ji dayîk bûye û ji sala 1994’ê ve berpirsê hîmayeyên taybetî yên Serokkomarê İraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talabanî ye. Bas New