Serdana Malikî bo Tirkiyê çavilrê bû, ji ber ku di 10 vê mehê de dema Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ehmed Davutoglo serdana Bexdayê kir, vexwendina Erdogan pêşkêşî Malikî kir û wî jî qebûl kir ku serdana Tirkiyê bike.
Rojnameyê dema her du serdanan diyar nekir, lê serdana Erdogan bo Iraqê dê piştî serdana Malikî bo Tirkiyê be.
Li gor rojnameyê, Erdogan wê di serdana xwe ya bo Iraqê de serdana Hewlêrê jî bike. Berî niha Erdogan dema ku li bajarê Amedê malavayî li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir got “Ezê li Hewlêrê te bibînim”.
Îro sêşemê jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Enqere dike û wê digel Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bicive ji bo ku rêkeftina dawî ya şandina petrol û gaza Herêma Kurdistanê di rêya boriya nû ya petrolê re bo Tirkiyê îmze bike.
Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî dê di wê serdanê de bi awayekî fermî rêkeftina şandina petrol û gaza Herêma Kurdistanê digel Tirkiyê îmze bike.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Îmad Ehmed di wê serdanê de hevaltiya Barzanî dike.
Piştî ku ji Enqereyê vegere, biryar e Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê bike û digel Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bicive û rêkeftina di navbera Hewlêrê û Enqere de jê re ronî bike. (Rûdaw,foto: Arşîv)
Rojnameya Star a tirkî nivîsandiye ku di van nêzîkan de Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî serdana Enqere dike û piştre Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan serdana Bexda, Kerkûk û Hewlêrê dike. Serokwerzîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî îro diçe Enqere.
Serdana Malikî bo Tirkiyê çavilrê bû, ji ber ku di 10 vê mehê de dema Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ehmed Davutoglo serdana Bexdayê kir, vexwendina Erdogan pêşkêşî Malikî kir û wî jî qebûl kir ku serdana Tirkiyê bike.
Rojnameyê dema her du serdanan diyar nekir, lê serdana Erdogan bo Iraqê dê piştî serdana Malikî bo Tirkiyê be.
Li gor rojnameyê, Erdogan wê di serdana xwe ya bo Iraqê de serdana Hewlêrê jî bike. Berî niha Erdogan dema ku li bajarê Amedê malavayî li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir got “Ezê li Hewlêrê te bibînim”.
Îro sêşemê jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Enqere dike û wê digel Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bicive ji bo ku rêkeftina dawî ya şandina petrol û gaza Herêma Kurdistanê di rêya boriya nû ya petrolê re bo Tirkiyê îmze bike.
Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî dê di wê serdanê de bi awayekî fermî rêkeftina şandina petrol û gaza Herêma Kurdistanê digel Tirkiyê îmze bike.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Îmad Ehmed di wê serdanê de hevaltiya Barzanî dike.
Piştî ku ji Enqereyê vegere, biryar e Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê bike û digel Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bicive û rêkeftina di navbera Hewlêrê û Enqere de jê re ronî bike.
– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/middleeast/turkey/261120131#sthash.clgtB2Lk.dpuf