Serrûpel Nûçe Tirkiyê Jî li Salih Mislim hate qedexekirin

Tirkiyê Jî li Salih Mislim hate qedexekirin

Belav bike
Partiyên BDP û HDP ji bo piştgiriya PYD, di bin alên PKK-KCK-ERNK-PYD û wêneyên serokê PKK Abdullah Ocalan de, meşek li Kadikoy li Istanbolê li darxistin û têde xwestin ku alîkariya rojava were kirin û Tirkiyê jî sînorê xwe bi rojava re veke û dawî li piştgiriya komên çekdar yên Îslamî bîne.

Hevserokê Salih Mislim jî ji bo wê meşê hatibû vexwendin ji bo ku axaftinekê bike, lê Tirkiyê rê neda wî ku ew derbasî Tirkiyê bibe.

Salim Mislim ku, piştî herêma Kurdistanê lê qedexe kir ku ji Hewlêrê derbasî Ewropa bibe, çûbû Bexdayê û ji wir çûbû Ewropa, niha jî li Ewropa civînan li dar dixîne.

AVESTA KURD