Serrûpel Nûçe Her du serokwezîr civiyan…

Her du serokwezîr civiyan…

Belav bike

Mebesta serdana Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê û kombûn digel Erdogan de, gotûbêji kirina şandina petrol Herêma Kurditanê ye di rêya xaka Tirkiyê ve, herwiha biriyare girêbestek jî di vê derbarê de bê îmzakirin.

Şeva borî Nêçîrvan Barzanî li welatê Tirkiyê ragihandibû ku berî sersala 2014an dê Herêma Kurdsitanê dest bi şandina nefta xwe di rêya Tirkiyê re bike.

Taner Yeldiz wezîrê tênê yê Tirkiyê derbarê şandina petrol Herêma Kurdistanê di rêya xaka Tirkiyê re bo bazarên cîhanê got ku “Tiştê ku Tirkiyê digel Herêma Kurdistanê de Kiriye bêtir ji rêkeftin nameyekê ye, belkî biryarnameyeke gelek giringe û derfeta îmzakirina çendîn peymanên din vedike”.

Yeldiz eşkere kir ku “Kompaniyayên dîtin û şandina petrol û gazê êdî dikarin dest bi gotûbêjan di vî warî de bikin”.

wezîrê tênê yê Tirkiyê derbarê nerazîbûna hikûmeta Bexdayê li ser rêjeya şandina petrol Herêma Kurdistnê bo Tirkiyê û çûniya destnîşankirina bihayê wê ragihand ku “Tirkiyê dê van herdû pêşinyarê hikûmeta Bexdayê berçav bigre”.

Raporetên cîhanê amaje bi wê yekêdikin ku şandina petrol û gaza Herêma Krdistanê di rêya Tirkiyê re, serxwebûneke aburî dide Herêma Kurdistanê.

Li gorî çavkaniyê zaniyariyên Rûdawê, hefteya burî wezîrê samanên sirûştî yê  Herêma Kurdistanê Dr. Aştî Hewramî li Enqereyê bû, ji bo rêkxistina karên dawî di rêkeftinameya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, bo şandina petrol Herêm di rêya Tirkiyê re bo bazarên cîhanê. rûdaw

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan îro 27.11.2013 li avahiya civata wezîrên Tirkiyê li Enqere kombûn.

Mebesta serdana Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê û kombûn digel Erdogan de, gotûbêji kirina şandina petrol Herêma Kurditanê ye di rêya xaka Tirkiyê ve, herwiha biriyare girêbestek jî di vê derbarê de bê îmzakirin.

Şeva borî Nêçîrvan Barzanî li welatê Tirkiyê ragihandibû ku berî sersala 2014an dê Herêma Kurdsitanê dest bi şandina nefta xwe di rêya Tirkiyê re bike.

Taner Yeldiz wezîrê tênê yê Tirkiyê derbarê şandina petrol Herêma Kurdistanê di rêya xaka Tirkiyê re bo bazarên cîhanê got ku “Tiştê ku Tirkiyê digel Herêma Kurdistanê de Kiriye bêtir ji rêkeftin nameyekê ye, belkî biryarnameyeke gelek giringe û derfeta îmzakirina çendîn peymanên din vedike”.

Yeldiz eşkere kir ku “Kompaniyayên dîtin û şandina petrol û gazê êdî dikarin dest bi gotûbêjan di vî warî de bikin”.

wezîrê tênê yê Tirkiyê derbarê nerazîbûna hikûmeta Bexdayê li ser rêjeya şandina petrol Herêma Kurdistnê bo Tirkiyê û çûniya destnîşankirina bihayê wê ragihand ku “Tirkiyê dê van herdû pêşinyarê hikûmeta Bexdayê berçav bigre”.

Raporetên cîhanê amaje bi wê yekêdikin ku şandina petrol û gaza Herêma Krdistanê di rêya Tirkiyê re, serxwebûneke aburî dide Herêma Kurdistanê.

Li gorî çavkaniyê zaniyariyên Rûdawê, hefteya burî wezîrê samanên sirûştî yê  Herêma Kurdistanê Dr. Aştî Hewramî li Enqereyê bû, ji bo rêkxistina karên dawî di rêkeftinameya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, bo şandina petrol Herêm di rêya Tirkiyê re bo bazarên cîhanê.

 

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/middleeast/27112013#sthash.oI78pU72.dpuf