Serrûpel Nûçe Serokwezîr li Enqerê ye

Serokwezîr li Enqerê ye

Belav bike


Di serana Barzanî ya Tirkiyê de, Cîgirê Serokwezîr Îmad Ehmed û Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Kurdistanê Aştî Hewramî jî cih digirin. Hat zanîn ku di hevdîtin û civînên navbera şanda Kurdistanê û Tirkiyê de wê rêkeftinên derbarê petrol û gazê de bên îmzekirin.

Barzanî ku dê ligel Erdogan û Wezîrê Enerjiyê Taner Yildiz bicive, tê çaverêkirin ku rêkeftinekê derbarê petrol û gazê de îmze bikin. Boriya petrolê ya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê jî heta dawiya salê temam dibe û êdî li gor vê rêkeftinê dê petrola Kurdistanê bo derve bê şandin.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Taner Yildiz doh derbarê serdana Serokwezîr Barzanî de gotibû ku: ‘‘Dibe di serdana Barzanî de rêkeftin bên îmzekirin. Armanca serekî ya rêkeftinan jî ew e ku hem pêwistiyên İraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê pêk bînin.’‘ BAS