“cara ewilî ez ê bêm li hember kujerên hevserê xwe” Di sala 1993yan de Midûrê Nifûsê yê Altindagê Abdulmecît Baskin hatibû kuştin, bi îdîaya ku tevlî bûyera kuştinê bûne derbarê 12 gumanbaran de ku Midûrê Ewlehiyê yê berê Mehmet Agar jî di nav vana de cih digire, doz hat vekirin û runiştina dozê ya ewilî jî îro di 13. Dadgeha Cizayê Giran a Ankarayê de hat dîtin. Agar raporek şand û beşdarî runiştinê nebû. Parlamentera Îdirê Pervîn Buldan beşdarî runiştina dozê bû û li ser twitterê peyamên xwe şandin. Li gor nûçeya rojnameya Starê, ji piştî bûyerê 20 sal şûnde runiştina dozê ya ewilî hat dîtin.Pervîn Buldanê ku hevserê wê Savaş Buldan jî di bûyerên kîryar nediyar de hat kuştin, derheqê dozê de wiha nivîsî: Mehmet Agar ji ber bûyera kuştina Midûrê Nifûsê yê Altindagê Mecît Baskin, îro dê bê dadkirin. Em li dadxaneyê nin. Runiştinê hêj destpênekiriye. Em li benda girtiyên dozê Ayhan Çarkin û Ziya Bandirmalioglu nin. Ev her du nav kujerên Savaş Buldan in jî. Ez ê cara ewilî bêm li hember kujerên hevserê xwe. Korkut Eken û Ercan Ersoy jî li vê derê nin. Tam rêzek kujeran e. Ayhan Çarkin û Ziya Bandirmalioglu hatin. Di nav hundirê me de bahoz diqewime. xeberên kurdî