Serrûpel Nûçe “Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hemfikir in“

“Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hemfikir in“

Belav bike

ANKARA – TURKAN TOSUN  

Berdevkê Hikûmeta herêma Kurdistamê Sefîn Dîzayî, hevdîtina Erdogan û Nêçîrwan Barzanî nirxand û got ku “Hevdîtin gelek erênî û di atmosfereke baş de derbas bû. Herêma Kurdistanê û Tirkiye der heqê mijarên aborî, civakî û siyasî de hem fikr in.” 

Dîzayî ji AAyê re axivî û diyar kir ku Barzanî li ser daweta Serokwezîr Erdogan hat Tirkiyeyê û got ku di hevdîtinê de mijarên herêmî û têkiliyên di navbera Tirkiye û HKIFê de hatin nirxandin. 

Dîzayî got ku bi taybetî li ser mijarên vejen û aboriyê sekinîn, ji bo ku piştgiriyê bidin pêşketina herêm û Tirkiyeyê hevdîtin hat kirin. 

Dîzayî got ku “Herêma Kurdistanê û Tirkiye der heqê mijarên aborî, civakî û siyasî de hem fikr in.” û da zanîn ku dixwazin van berfirehtir bikin. 

Dîzayî der barê pirsa ‘Di navbera her du welatan de di mijara vejenê de lihevkirin çêbû an na’ got ku di vê mijarê de dayîna daxuyaniyeke fermî çêtir e. 

– Serdana Barzanî ya Bexdayê

Dîzayî der barê nûçeyên dibêjin ku Nêçîrvan Barzanî dê piştî serdana Tirkiyeyê biçe Bexdayê got ku çûna Barzanî ya Bexdayê gelekî normal e û hatûçûya zêda ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam dike. 

– Rewşa tenduristiya Talabanî

Dîzayî li ser îdiayên ku hin çapemenî û weşanan de derdikevin got ku “Em der barê rewşa tenduristiya Talabanî de zehf tiştan nizanin. Her kes rewşa tenduristiya Talabanî meraq dike.”  AA