Li gorî agahiyên ji cihên operasyonê hatin wergirtin, hêzên YPG’ê di “Opersyona Tolhildana Şehîdên Til Temir” ya berî 3 rojan dabûn destpêkirin de îro rêya di navbera Til Temir û Hesekê bi temamî ji komên DAIŞ/Cephet El Nusra rizgar kirin.
Hate ragihandin ku şêniyên herêmê bi tilîlî û kêfxweşî pêşwaziya şervanên YPG’ê kirine.
Hêjaye gotin ku di herêma di navbera Til Temir û Hesekê de gelek gundên Asûrî, ereb û kurdan hene. anf