Serrûpel Nûçe YPG dibêje wan rê ji çeteyan paqij kirin

YPG dibêje wan rê ji çeteyan paqij kirin

Belav bike


Li gorî agahiyên ji cihên operasyonê hatin wergirtin, hêzên YPG’ê di “Opersyona Tolhildana Şehîdên Til Temir” ya berî 3 rojan dabûn destpêkirin de îro rêya di navbera Til Temir û Hesekê bi temamî ji komên DAIŞ/Cephet El Nusra rizgar kirin. 

Hate ragihandin ku şêniyên herêmê bi tilîlî û kêfxweşî pêşwaziya şervanên YPG’ê kirine. 

Hêjaye gotin ku di herêma di navbera Til Temir û Hesekê  de gelek gundên Asûrî, ereb û kurdan hene. anf