Serrûpel Nûçe “Emê jî dewleta kurdî ava bikin!“

“Emê jî dewleta kurdî ava bikin!“

Belav bike

Muqetda Sedir di hevpeyvîneke xwe de ligel rojnameya înglîzî Independent, liser pirsgirêkên Iraqê û herêmê axifî.

El Sedir li ser pêwendiyên di navbera herêma Kurdistanê û Iraqê de got, li gora herêmên din yên Îraqê, herêma Kurdistanê gelekî pêşketiye, di nava Kurdan de weke yên din dizî û gendelî kêm e.

Muqteda el Sedir di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: Mesûd Barzanî ji min re got, eger Malikî bêhitir zextê li ser Kurdan bike, ew jî dewleta Kurdî ragihînin…

El Sedir bi zimanekî tund Malikî rexne kir û got ew ne kesekî serkeftî ye.

AVESTA KURD

Rêberê Şepêla Sedirî Muqteda Sedir aşkere kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jê re gotiye eger Malikî guvaşên zêdetir bixe ser, ewê dewleta Kurdî rabigihîne.

Muqetda Sedir di hevpeyvîneke rojnameya Independent a berîtanî de ku li bajarê Necefê digel wî hatiye kirin, behsa pirsgirêkên niha yên Iraqê dike û derbarê paşeroja Iraqê de jî reşbîn e.

Di bersiva pirsekê de derbarê pêşketina Herêma Kurdistanê de, Sedir dibêje “Herêma Kurdistanê li hember beşên din ên Iraqê pêşketiye, ji ber ku dizî û gendelî di nav Kurdan de kêm e”.

Sedir herwiha tîne ziman ku xelkê Kurdistanê ji netewe û herêma xwe hez dikin.

Muqteda Sedir ku di nava Şîayên Iraqê de rikberê Nûrî Malikî tê naskirin diyar dike ku eger metirsî li ser Kurdan hebe ewê serxwebûna xwe rabigihînin û axaftina xwe wiha didomîne: “Barzanî ji min re gotiye ku eger Malikî guvaşên zêdetir bixe ser Kurdan ewê daxwaza serxwebûnê bikin”.

Sedir di hevpeyvîna xwe de tekez dike ku Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî kesekî ne jêhatî ye û hikûmeta wî gendel e. Sedir ew yek jî veneşart ku Malikî dixwaze xwe bo cara sêyem ji bo Serokwezîrtiyê kandîd bike.

Sedir herwiha dibêje “Îran, Amerîka û Berîtanya piştgiriya Malikî dikin, lê ez naxwazim Malikî car din xwe kandîd bike”.

Muqteda Sedir behsa pirsgirêkên Iraqê dike û di wê baweriyê de ye ku şerê mezhebî pirsgirêka herî mezin a Iraqê ye û ji ber vê yekê jî paşeroja Iraqê li cem Sedir nediyare.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/middleeast/iraq/29112013#sthash.qulrtTOM.dpuf