Serrûpel Nûçe Jinên Diyarbekirê bi meşkê rûnê nivîşk çêdikin

Jinên Diyarbekirê bi meşkê rûnê nivîşk çêdikin

Belav bike

Wek ku tê zanîn ev edeteke kurdan e û edeteke gelekî bi zehmet e. Her çiqas bi zehmet be jî, jinên Diyarbekirê rûnê nivîşk bi vî awayî çêdikin û di Bazara Taxê ya Jinan de difroşin.

Muslîme Kelekçîera li Bazara Taxê ya Jinan dixebite, got ku ev kar gelekî zor û zehmet e, lê ji bo berdewamî û jiyîna edetên bav û kalên xwe ew rûnê nivîşk bi vî awayî bi dest dixin.

Kelekçîerê wiha dewam kir: “Li tu cihekî min rûnê heqîqî yê nivîşk nedît. Ji bo tehm û çêja berê bi dest bixim, wek demên berê rûnê nivîşk çêbikim, min meşkeke ji çermên bizinan sitand. Bi vî awayî çand û edetên me berdewam dikin û di nav gel de dijîn. Ev edeteke bav û kalên me ye. Hin kes jî ji ber tiraliya xwe meşkên bi ceyranê dişixulin sitandine. Lê tehma rûnê nivîşk ê meşka ji çermê bizinê pir xweş e.”

Berpirsiyara Bazara Taxê ya Jinan Sakîne Varliyê got ku bazara wan geş bûye û wiha pê de çû: “Daxwaza me ew e ku gelê herêmê pêdiviyên xwe ji vê bazarê bistînê, bi vî awayî dê him pêdiviyên xwe bi cih bînin him jî di hêla aboriyê de piştevaniya jinên herêmê bikin. Em wek şaredariya Baglarê gihiştin armanca xwe. Daxwaza me ew e ku ji bo pêşiya jinan bê vekirin, em çend bazarên din jî ava bikin.” AA