Serrûpel Nûçe UNHCR: Li Sûriyê êşa şer zarok dikşînin

UNHCR: Li Sûriyê êşa şer zarok dikşînin

Belav bike


Derbarê raporê de Serokê Komîseriya Bilind a Penaberan ser bi Netewên Yekbûyî (UNHCR) Antonio Gutters got; “Ger yekser em rê li vê rewşê negirin dê nifşekî bê guneh bibe qurbana vî şerê bixwîn.” Qasidê Nêta Baş a UNHCR’ê Angelîna Jolîe jî  diyar kir ku divê ev nifş ji vê travma, tecird û êşê bê rizgarkirin.

Li gor rapora UNHCR’ê, ji zarokên Sûriyê 294 hezar û 300 zarok li Tirkiyê, 385 hezar li Lubnanê, 291 hezar û 200 zarok li Urdunê, 77 hezar û120 zarok li Iraqê, 56 hezar û 150 zarok li Misirê û 7 hezar û 600 li welatên Bakurê Efrîkayê penaber in.

Di raporê de tê gotin ku ji van zarokan 3 hezar û 700 bi tena serê xwe ne, 70 hezar malbat jî bavê wan nîne. Yên ku rapor amadekirin bi zarokên Urdun û Lubnanê re hevdîtin pêk anîne. Hat zanîn ku zarokên kur ger vegerin welat ji bo şer tên perwerde kirin.

Herwiha tê gotin ku ji ber rewşa malbatan a aborî ne başe, zarok neçar in bixebitin.  Li Lubnanê zarokê ku temenê wan 7 salî jî di şert û mercên dijwar de kar dikin dixebitin. Hat zanîn ku ji du malbatan yek bi meaşê zarokên xwe debara xwe dikin. Piraniya wan naçin dibistanê.  

Li Urdunê tu zarokek naçe dibistanê. Hat zanîn ku heta dawiya sala 2013’an de zarok nikarin biçin dibistanê. UNHCR’ê bang li civaka navnetewî kir ku divê welatên cîranê Tirkiyê deriyên xwe yên sînor vekin û bo penaberan şert û mercên baş bên afirandin. Basnews