Serrûpel 2013 Mijdar

Arşîva mehane: Mijdar 2013

“BDP jî di wê çerçevê de tev geriya…”

AVESTA KURD - Hunermend Şivan Perwer beşdarî televîzyona HaberTurk bû û li ser serdana xwe ya Amedê axifî.

Her du serokwezîr civiyan…

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan îro 27.11.2013 li avahiya civata wezîrên Tirkiyê li Enqere kombûn.

Jinên Kurd li rojava di çi halî de ne?

AVESTA KURD - Çalakvana Kurd Slîva Cegerxwîn di vê programa televîzyon de li ser rewşa jinên Kurd û bi taybet yên penaber û ew malbatên ku keçên xwe yên temen ciwan bi mêrên bi temen re dizewicînin, diaxife

Serokwezîr li Enqerê ye

AVESTA KURD / Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hundirê mehekê de cara duyem hat Enqerê. Serokwezîr Barzanî ku îro dê ligel Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bicive, di rojeva wan de rêkeftina petrolê ya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê heye.

Îro 35. salvegera damezirandina PKK ye

AVESTA KURD - Îro salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (1978) PKK ye.

Asayîş: Terorîstek li balafirxana Silêmanî hate girtin

AVESTA KURD - Asayîşa Silêmaniyê ragihand ku li balafirxaneya Silêmaniyê terorîstek hate girtin.

Hikûmeta Iraqê 15 mîlyon dolar dide PYD

AVESTA KURD - Îro Encumena wezîran li Iraqê di civîna xwe de biryar stand ku bi qasî 15 mîlyon dolar alîkariya îdareya herêmê ya li ser sînorê bi Iraqê re bike, ku li wê derê rêjîma Sûriyê ne destelate, û li wir şerê El Qaîde tê kirin û ji aliyê PYD ve tê îdarekirin.

Amed: Jina xwe bi desmalê xeniqand

AVESTA KURD - Songul Malçok, 18 salî bû, diya zarokekê bû, zarokek jî di zikê wê de bû. Ew ji aliyê mêrê xwe yê 19 salî, Mehmet Emin Ç. ve li Amedê, bi desmalê hate xeniqandin.

Tirkiyê Jî li Salih Mislim hate qedexekirin

AVESTA KURD - Hevserokê PYD Salih Mislim ku di vê dema dawiyê de gelek caran derkete ser televîzyona Al Mayadîn ya Hizbullah- Iranû Sûriyê û têde bi zimanekî tund êrîşî Tirkiyê kir, xwest biçe Istanbolê û beşdarî meşa ji bo piştgiriya rojavayê Kurdistanê bibe.

Cenazeyê şervana YPJ veşartin

AVESTA KURD / Cenazeyê şervana YPJ'ê Roza Ferho ya bi nasnav Jiyan Cûdî ku li Serêkaniyê dema erka xwe ya parastinê pêk di anî jiyana xwe jidest da, ji aliyê hezaran kesî ve spartin axê.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com