Serrûpel Nûçe Diziya Pez yan jî Serxwebûn

Diziya Pez yan jî Serxwebûn

Belav bike


Go, “Ez çena pasay nêwazen! Min min kiça padşay navê! Welle min kiça padşay navê!”

Şivanê bê aqil hate nik û pirsî: “Xêr e tu wesa qîr dikey?”

Fêlbazê me girîya û got, ku hindek kes wî dibin qesrê padşay bo şî kirina kiça padşay, lê ew jê hez naket û daxwaza wî bitinê ew e bibîte şivanekî bitinê û bextewar.

Şivên go, “Ka kî ne ewê te diben?”

Zelam go, “Welle karwançî ne.  Ezê çawa ew kiça biyan bihênim? Hewar e, min xilas ke ji vî derdeserî.”

Şivên go, “Lawo xema nexwe, heke tu dil nakey, ez dê girim kiça padşay.”

Bila serê hewe zêde neêşînim, duîmahîkê şivan li şûna zelamê fêlbaz kete nêv kîs, fêlbazî devê kîsî girêda, ew havêt nêv rûbarî û kuşt, pezên xo jî kom kirin û çû gehîşt mirazê xo.

Ev çîroke amaje pê didet ku di keltura me ya nerîtî da qurnaztî heta çi astê rewa ye. Wate, heke hwîn dişên şivanê feqîr bixapînin, dizîna pezê wî ji layê hewe ve, hêjayî pesindanê ye. Ew destura caran ya kepîtalîzma genc ya Ewrupa bi rengê “laissez-faire=rê biden bila biken”, evro di bazara me da xo guhertiye wek desturê “heke mecal heye, têkeve bibe” û di jiyana civakî da bûye yasayeka wekî “heke min mecal heye, rê biden ez bikem”.  Ez dirêjahiya vê analîzê ji hostayên bazirganiyê re bihêlim û vegerim ser babeta xo.

Egerê derbirîna min ji vê çîrokê, ne kelturê bazirganî bû. Lê nuke dema dibînim ku beşeka giring ya Kurdên me pêkve diqîrin dibêjin “em naxwazin bibin dewlet”, ew çîrok dihête bîra min. Çawa dibêjin, di şibihandinê da xeta nabît. Heke bibît jî, ne xem e.

Ji ber ku dibînim û her kesekî dibînit, dema Kurdên herêma Kurdistanê bi rengekî kiryarî bûn dewleteka fîdral, qiyamet ranebû. Berevajî vê çendê, zarokên Kurdan bi kêf û şahî diçin dibistanên Kurdan û kesek ji wan re ferz naket ku ew bi zimanekî dîtir perwerde biben. Burjuwaziya Kurdan çêdbît, çîn û partî çêdibin, reqabeteka bê wêne çêdbît di bazara Kurdistanê da. Wate, civakeka tewaw bi şiklê netewekî da dirust dibît. Belê car caran hindek kes jî peyda dibin ku dibêjin, “welle dema Seddam baştir bû”, lê ew jî yan qonaxên zêrîn yên cahştiya qedîm yad diken, yan jî daxwaza wan ew e bizanin ka tu çi hizir dikey…

Herçende hindek kesên xudan nezantiyeka genc û dilpak ji dil dibêjin “em bi vî rengî dewletê dixapînin, ma heke em bêjin em dewlet dixwazin, tu dibê ew dê bidene me?”; belê ez baş dizanim ku beşeka giring ya ew pişka civakê ya nexwazek, bi rastî jî naxwazin Kurd bibin dewlet. Ji ber ku, li berdêla wê dilnizmiya wan, dewletên serdest çavên xo li wan digrin, da ku bila ew jî hindek pezî bidizin. Ew cemaet wesa hizir diken: “Kurd bibin dewlet jî, em ji evro zêdetir dewlemend û bextewar nabin.” Ev çende jî ya diruste; ji ber dewleteka Kurdan ya netewî çêbît jî, tiştê dê kevîte destê wan da, ji gencineya wan ya evro zêdetir nabît, heta mumkin e kêmtir jî bît.

Raste, gelek dewlet bitenê bi rêka xwarina xwîn, ked û xwêdana xelkê xo dişên jiyana xo biser da biben. Dîsa jî, ew çende nabît bingeh ku mirov înkar ketin, ku di cîhana evro da hemî netewek pêdvî bi dewleta xo ya hey, da ku bin lingên hêzên dewruber da neperçiqît. Ku em xudan dewleta xo nebûn, em dizanin xelkê me li jêr serdestiya dagîrkeran kefte çi halî û heta takekesên Kurd li jêr vê dagirkeriyê çawa parçe parçe bûn. Dema ev çende ya aşkira ye, gotina “welleh çi caran em naxwazin bibin dewlet”, heke pêkenînek nebî, çêdbît fêlbaziyek bît bo dizîna pezî.

Wurdekariyeka dîtir ya hey: Li Kurdistana Bakur, Kurd bît yan Tirk bît, hemî şorişger kêm yan zêde li jêr karîgeriya çepgerên Kemalîst da yêd mayne. Lê hebeka wesa karîger ya hey Kemalîstan bi Kurdan dane xwarin ku, evro jî zêdetirî şorişgerên Kurdan hay jê nînin ka ew hebe bûna wan êxistiye çi halî da. Ew jî meseleya axayên feudale. Bi diruşmên wekî “axa xwîna gundiyan dimijin”, “erdê gundiyan jê didizin”, “feudalîzm berpirsiyar e li hemî paşverûtî û kevneperestiyê” htd., çîna feudal ya Kurdan ku bingehek bû ji bingehên netewa Kurd, di nêv qîr û qîjê vî rengî da hate jinêvbirin. Şorişgerên Kurd jî digel çepgerên Tirk ji vê rûxandinê re çepik lêdan, heta erkdar bûn bo jinêvbirina feudalên Kurd. Belê di layekî dîtir da, çîna feudal û axayên Tirk bi aramî jiyana xo biser da birin, heta ew wekî sermayedarên Kemalîst yan jî oldar hatîn bihêz kirin û bi îhtîmameka bêdeng hatine veguhaztin bo lûtkên dewlemendiyê yêd civakê. Em şorişgerên gelek biaqil jî, carekê ranebûn û me negot “ka bihêlin da em hindek jî axayên hewe ji nêv biben“.  Erê, ji ber ku tiştê bibû armanca Kemalîstan, ji destpêkê heta duîmahîkê ne feudalîzm yan çîna axayan bû, lê armanc têkdana dezgehên civakî yên Kurdan bû. Her ew mîkanîzma jinêvbirinê, di derbarê daêxistina medresên Kurdan da jî hate bikar înan. Gotin “em dê êdî perwerdeyeka hevçerx dabîn ken“, û ji bo vê armancê bitinê medresên qedîm yên Kurdan hatin daêxistin. Lê li layekî dîtir, dezgehên herî kevneperest yên Tirkan, li nîva dilê Stenbolê û li jorê hemî mizgeftên Rojavayê jiyana xo berdewam biser da birin û heta evro gehîştin wê astê ku bibine hêzeka diyarde ji hêzen herî diyarde yêd Rojhelata naverast û heta xudan hêz in ku li Tirkya bibine desthelat. Aşkira ye ku, dema Kemalîstan gotin em bo hevçerx kirina perwerda netewî medrese û dezgehên olî daêxin, armanca wan nek perwerda hevçerx bû, lê bi daêxistina medresên Kurd, armanca wan jinêvbirina bûna Kurdan û têkdana avahiya netewî ya Kurdan bû.

Heta evro jî, di cîhana Tirkan û ya Kurdên Bakur da, dema “feudal”, “axatî” û htd. dihête gotin, tiştê ku dihête bîra mirov, bitenê axatî û feudaliya Kurdan e. Lê çi kes hizra feudal û axayên Tirkan naket. Ji ber ku ew xudan statuyeka dewletî bûn û herdem li jêr parastina dewleta xo da bûn. Diyar e ku eve şikestineka mezine di zanebûna netewî ya Kurdan da.

Rast e, civaka Kurd bi giştî civateka xudan çand û keltureka feudal e. Bi taybetî di jiyana kelturî da nêzîkbûn û nerîtên feudalî yêd berdewam in. Belê rastbûna vê çendê tiştek e, û biçûk dîtin û heqeret lê kirina Kurdan ji ber vê çendê tiştekî dî ye, û dema dewlet ji ber van taybetmendiyan jinêvbirina vê statuya civakê ji xo re diket armanc, eve jî tiştekî dî ye.

Nimune: Xelkê Brîtanî nek xelkekî feudal e; belê dewleta Brîtanî xudan bingeheka feudal e. Dema binemaleka feudal Qraltiya Êkgirtî ya Brîtanya û herwesa gelek koloniyên wê li sertaserê cîhanê birêve birin, çi kesî negot ku eve binemaleka feodal e û heqeret lê nekirîn. Belê malbata qraltiyê ya Brîtanya, hem bingeh û hem jî lûtke yê feudalî bû û evro jî her wesa ye.

Di layekî dîtir da, dewleta Tirkyê bi şêwazên herî dirrinde yên cîhanê, bi rêka komkujiya xelkên vê herêmê, bûna xo heta evro hîna, û zarokên sêwî yên wan milletan hînan ji xo re kirin serbazên baş û xo kire hêzeka cîhanî. Belê em wek zarokên wan xelkên mezlum, şûna ku em li dewletên dagîrker rexne bigrin, egerên wan têbighêjin û dest bi rakirina bergên nihênîkirinê yên wan sîsteman biken, şerm e bo me, dema em vedigerin ser bi civakên xo yên bê tawan û mezlum û weke feudal û paşverû rexne li wan digrin, û di layekî dîtir da dengê me dernakevît li dijî ew mîkanîzmên dewletên serdest ku armanca wan reşkirina civaka meye ji hemî dîrok û cografya cîhanê.

Bizava Barzaniyan îspat kiriye ku avahiyên ku statuyekî civakî temsîl diken, feudal bin yan nebin, dişên wek spardên giring yên netewî xizmetê biken. Ji hêza aşîretekî çawa bizaveka netewî çedbît; herwesa tenzîmeka olî çawa dibîte spardeka pêşkeftinê bo hêzbûna netewekî; evana hemî serkeftinên bizava Barzaniyan bûn. Helbet ev nek bitinê serkeftinên binemalekî bûn, lê belku serkeftina  3-4 milyon Kurdên Başurê Kurdistanê ku bo netewa Kurd cihekî diyarde peyda kir di nav hêzên cîhanî da, bûye serkeftin û serbilindiya hemî Kurdên cîhanê ku ji bo serkeftinên nwî eger û tecrubên bê wêne pêşkêş diket.

Evro dema cîhana Kurd di rikeka herî zehmet ya dîroka xo da bizavê diket, du helwîst ji nêv helwîstên dewruberê balkêş in. Ya êkê helwîsta hindek şorişgerên Kurdan e û bi kurtî wesa ye: Heliyana netewî wek helyana befrê ji dil dihête qebîl kirin û bi serbilindiyeka sexte, hindek dewruberên Kurdan xudan daxwaz in bibin pîneyek ji pînên perritî yên  netewa Tirk ku di rastî da netewek dirustkirî ye ji xelkên helandî û jinavbirî.  Hewldana Turkîbûnê xudan çi wateyeka dîtir nîne, belku wateya vê hewldanê ev e ku wehşên Kemalîst û îttîhadçî berdewam kar kirin ku bi bermayên komkujiya xelkên Anatolya û Balkanan neteweka bi navê Tirk ava ken û em jî hemî pêkve xo teslîmî vê ecebê biken.

Helwîsteka dîtir jî helwîsta dewruberên çepger û “şorrişgerrên” Tirkan e. Ewana di layekî da, bi coş û xuroş pesnê vê helmeta Tirkîbûnê ya Kurdan diden, û di layekî dîtir da, xebata Barzanî beref bikarînana dewlemendiyên Kurdistanê bo xelkê Kurdistanê, wek “hevkariya împeryalîstan” pênase diken. Belê her ew dewruberên “şorişger“, çi caran nerazîbûneka herî kêm nîşan nedabûn, dema ku neftê Kurdistana Bakur û krom û cewherên dîtir yên Kurdan di direjahiya hemî sedsala bîstan da hatibûn talan kirin û ji dewletên împeryalîst re, bi taybetî bo pîşesaziya şerên împeryalîst hatin firotin û nehêlan Kurd bêhna wan madenan hest jî biken. –Tirkya di navbera salên 1941-42 da, bo xizmetkirina pîşesaziya şer, kromê  Kurdistana Bakur firotibû Brîtanya û Frensa. Belê piştî Elmanan welatê Frensa dagîr kirin, ji 1943 û şûn da, Tirkya ew krom firot Elmanan, da ku mekîna şer ya Hîtler bihêz biket bi weberhînana polayê di pîşesaziya serbazî ya faşîst da. Bi vî rengî, dewleta Kemalîst ya Tirkan tecrubeka baş pêşkêşî welatên Rojava kiribû ku hevpeymanek pêbawer wesa çêdbît.-

Evro, dema bizava Barzanî bi rengekî siruştî pêşniyaza sade wekî “Dewlemendiyên erdê Kurdistanê bo xelkên Kurdistanê” derdibirit, wate ev e ku ew bizav li ber e biryarên herî giring û jiyanî wergirît. Li beramber rawestana wan, sîstemên dirrinde yên talanker û dagîrker yê sengerêd xo dirust kirîne û amadekariya bersivdanê diken, ku di dirêjahiya sedsalan da, dewlemendiyên Kurdan dizîbûn û talan kiribûn û em mehkumî birsîbûnê kiribûn. Dîsa jî, rêgirê herî karîger li beramber vê xebata netewî ya Barzaniyan, nek ew sîstem in, lê belku helwîstên hindek dewruberên Kurdan bi xo ne. Helbet ev helwîstên rêgirbûnê ji layê ew sîstemên kolonyalîst bi taybetî dihêne rêkxistin. Tiştê herî mixabin jî ev e ku, di demeka wesa ya bi îhtîmala gehîştina serxwebûna Kurdan da, dema xebata Barzaniyan beref serxwebûna aborî û siyasî geş dibît, di eynî demê da, propegendeya dijî bizava Barzanî di cîhana Kurdan da zêdetir dibît û zêdetirî rewşenbîrên Kurdan naxwazin wateya vê çendê diyar ken.

Çi dibît bila bibît, bila Kurd harîkarî neden birayên xo, lê pêwîst e ew qet nebît rêgir nebin li beramber birayên xo di rêka avabûna neteweka rasteqîn da. Ji ber ku em di qonaxeka wesa da ne ku, yan proseya jinavbirina Kurdan di vê nişkê da xilas dibît û Kurd berevajî vê bindestiyê di gorrepana cîhanê da cîhê xo bi serbilindî dibînin, yan jî, di dema dirêj da êdî çi mane û wateya wê çendê nemînît ku behsa netewekî wek Kurdan bihête kirin.