Serrûpel Nûçe Waliyê Şirnexê xwe fêrî kurdî dike

Waliyê Şirnexê xwe fêrî kurdî dike

Belav bike

Walî Hasan Îpek bi Qerarnameya Waliyan di 29ê tebaxê de dest bi kar kir. Walî Îpek ji bo ku bikare bi gelê herêmê re têkiliyeke baş dayne kurdî hîn dibe. 

Walî Îpek bi hevjîna xwe Gulten Îpek re kermesa li Mala Polêsan ya Şirnakê ya ku ji hêla jinên polêsan ve hat lidarxistin, vekir û li wir bersiva pirsên rojnamevanan da. Îpek diyar kir ji bo ku bi gelê herêmê re têkiliyên xurtir dayne dersên kurdî distîne û destnîşan kir ku ji sedî 98ê Şirnakê bi kurdî diaxive. 

Îpek bal kişand ku piraniya kal û pîrên li bajêr tirkî nizanin û wiha axivî: “Em ji bo ku xizmeta herêmê bikin hatin. Ji ber vê yekê divê em têkiliyên baş daynin. Ji bo ku em bikarin bi gelê xwe re têkiliyê daynîn çend peyv jî be em dixwazin ku kurdî hîn bibin. Em dema derdikevin sûkê rastî mirovên ku tirkî nizanin tên. Mirovên li vir tirkî di dibistanê de hîn dibin. Kal û pîrên ku hîç neçûne dibistanê nikarin ku tirkî biaxivin. Divê em bi wan re jî bikevin têkiliyê. Heke hûn li vê herêmê bixebitin û pêvajoyeke wekî pêvajoya çareseriyê jî hebe û heke hûn bi gelê vê derê re bijîn, divê hûn kurdî hîn bibin.”

– “Walî bi kurdî spasî kir” 

Walî Îpek da zanîn ku dersên kurdî distîne û got ku hînbûna kurdî hêsan e û got ku ez car carina TRT 6ê temaşe dikim. Me li wir hêdî hêdî hin tişt fehm dikirin. Ji ber vê yekê em kêfxweş in. 

Walî Îpek pişt re bi kurdî spasiya rojnamevanan kir.  (AA)